Wezîrê Karên Derve yê nû yê Almanyayê dostê Kurdan e

27-04-2025
Zinar Şîno
Nîşan Johann Wadephul Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Johann Wadephulê wekî "dostê Kurdan" tê naskirin, dê bibe Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê.

Medyaya Almanya navên ku dê di kabîneya nû ya wî welatî de cih bigirin eşkere kirin.

Piştî hilbijartinên pêşwext ên 23yê Sibatê li Almanyayê hatin kirin, niha endamên kabîneya nû diyar dibin.

Li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, endamên kabineya nû dê roja duşemê ji raya giştî re bêne eşkerekirin.

Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU/CSU) ya rastgir Friedrich Merz dê bibe Şewirmendê Almanyayê.

Johann Wadephul dê bibe Wezîrê Karên Derve

Li gorî medyaya Almanyayê, Johann Wadephulê ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) dê li şûna Annalena Baerbockê ya ji partiya Keskan bibe Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê.

Johann Wadephul wekî kesekî ku di gelek platforman de helwestên erênî li hemberî Kurdan nîşan daye, tê zanîn.

Wadephulê 62 salî, di serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên Almanyayê û beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de, di nav siyasetmedarên CDUyê de bû ku bi wî re hevdîtinên taybet pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî û Johann Wadephul li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê civiyabûn

Kabîneya nû dê ji 17 wezîran pêk bê

Li Almanyayê kabîneya nû dê ji 17 wezîran pêk bê.

Yekîtiya Demokratên Xiristiyan û Demokratên Sosyal dê her yekê 7 wezaretan wergirin, Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan jî dê 3 wezaretan werbigire.

Tê payîn ku her sê partî roja Duşemê navên namzedên xwe bi fermî eşkere bikin.

CDU dê navê Daîreya Serokwezîriyê û wezîrên Karên Derve, Aborî, Tenduristî, Perwerde, Malbat, Kal û Pîr, Jin û Ciwanan û wezîrên Dîjîtalîzekirin û Modernîzekirina Dewletê yên ku nû hatine avakirin destnîşan bike.

Tê plankirin ku Serokê Giştî yê CDUyê Merz 6ê Gulanê li Meclisa Federal wekî serokwezîr were hilbijartin.

Piştre dê endamên kabîneyê bi fermî werin tayînkirin û piştî merasîma sondxwarinê hikûmeta nû dest bi wezîfeyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst