Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji bo bidawîanîna şerê sînorî yê di navbera Kamboçya û Taylandê de bi serkirdeyên wan welatan re axiviye û got, “Em niha bi her du welatan re jî dan û standinên li ser peymanên bazirganiyê dikin lê em naxwazin bi ti welatên ku di rewşa şer de bin re peymanê bikin, min ev yek ji wan re jî got.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew ji bo ku dawî li aloziya sînorî û şerê di navbera Kamboçya û Taylandê de bîne ketiye dewrê da.
Trump diyar kir ku wî bi serokên Tayland û Kamboçyayê re pêwendî daniye û banga rawestandina şerê li herêmê kiriye.
Banga Trump a agirbestê
Trump da zanîn ku ew bi Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet re axiviye û di demeke nêzîk de dê bi Serokwezîrê Wekîl ê Taylandê Phumtham Wechayachai re jî bicive.
Serokê Amerîkayê armanca hewlên xwe yên dîplomatîk eşkere kir û da zanîn:
“Ez daxwaza bidawîanîna şerê ku niha didome dikim.
Em niha bi her du welatan re jî dan û standinên li ser peymanên bazirganiyê dikin lê em naxwazin bi ti welatên ku di rewşa şer de bin re peymanê bikin, min ev yek ji wan re jî got.”
Trump diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Kamboçyayê re bi dawî bûye û li gorî bersiva Taylandê ew dê ji bo rawestandina şer û agirbestê careke din bicive.
Trump rewş wekî “hewldana hêsankirina rewşeke aloz” pênase kir û amaje bi rola xwe ya di bidawîanîna şerê Pakistan û Hindistanê de kir û tekez kir ku ew dixwaze di navbera van her du welatan de jî roleke bi heman rengî bilîze.
Aloziya sînorî ya Tayland û Kamboçyayê
Li Başûrrojhilatê Asyayê, Tayland û Kamboçyaya ku bi têlên sînorî yên 817 kîlometreyan ji hev cuda dibin, demeke dirêj e nakokiyên wan ên li ser axê hene.
Li ser binpêkirina peymana sînorî ya di navbera Tayland û Kamboçyayê de 28ê Gulanê li herêmê şerekî demkurt derketibû lê artêşên her du welatan li hev kiribû ku pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin.
Taylandê ragihandibû ku dê hemû xalên kontrolê yên li ser sînorê Kamboçyayê ji aliyê birêvebiriya Bangkokê ve werin kontrolkirin.
Di şerê ku 24ê Tîrmehê piştî nêzîkî du mehan li ser xeta sînorî derket de, heta niha ji her du welatan 32 kes mirine.
Her du welatan jî ragihand ku wan bi hezaran kes ji herêmê tehliye kirine û her du alî hev bi destpêkirina şer tohmetbar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse