Sekreterê NATOyê: Divê em ji bo pêşbirkeke demdirêj a bi Rûsya û Çînê re amade bin

27-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Rutte NATO Rûsya Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte bangî welatên hevalbend kir ku li hemberî kapasîteyên leşkerî yên berfireh ên Çîn û Rûsyayê hilberîna xwe ya parastinê zêde bikin.

Mark Rutte li eyaleta Niedersachsenê ya Almanyayê di vekirina kargeha nû ya hilberîna guleyên topan a kompanyaya çekan a Rheinmetallê de axivî.

Rutte diyar kir ku Moskow û Pekîn ji bo "rûbirûbûn û pêşbirkeke demdirêj" amadekariyan dikin.

Sekreterê NATOyê tekezî li ser wê yekê kir ku Rûsya û Çîn artêşên xwe "bi lez û jêhatîbûneke ji şefafiyetê dûr" berfireh dikin û got:

"Pîşesaziyên wan ên parastinê ne tenê ji bo ku di merasîmên mezin ên leşkerî de xwe nîşan bidin, ji bo ku qadên xwe yên bandorê misoger bikin û nîzama navneteweyî ya li ser bingeha qaîdeyan lawaz bikin, bi lezeke nedîtî çekan hildiberînin."

Rutte ragihand ku tê payîn Rûsya sala 2024an hezar û 500 tankan, 3 hezar wesayîtên bizirx û bi sedan mûşekên Îskenderê hilberandibe.

Wî bi bîr anî ku Çîn xwedî deryavaniya herî mezin a cîhanê ye û nirxandina, "Artêşên wan bi awayekî eşkere xurt dibin.

Ew ji bo pêşbirkeke demdirêj xwe bi me re amade dikin" kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê got ku divê pîşesaziyên parastinê yên welatên hevpeyman, keştî, balafir, tank û dronan "ji her demê zûtir hilberînin û radest bikin" û wiha anî ziman:

"Rêlibergirtin ne ji armanca ji sedî 5ê ya lêçûnê, ji şiyana ku mirov bi rastî bikaribe bi dijminên potansiyel re şer bike tê."

Rutte diyar kir kapasîteya hilberîna guleyên topan a salane ya Ewropayê li gorî du sal berê 6 qatan zêde bûye û ragihand ku tê payîn heta dawiya salê 2 milyon gule bên hilberandin.

Wî tekez kir ku divê ev hewl ji bo tank, sîstemên parastina asmanî û mûşekan jî were nîşandan.

Rutte bangî pîşesaziya parastinê ya transatlantîk, di serî de Rheinmetallê, kir ku "asta hilberînê bilind bigirin û zêdetir bi hevkarên wekî Ukraynayê re hevkariyê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst