Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bangî hemû welatên endamên NATOyê kir ku kirîna petrolê ji Rûsyayê bi temamî rawestînin û di sepandina cezayên de li dijî Moskowê bi hev re tevbigerin.
Trump her wiha pêşniyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê, baca gumrikê ya di navbera ji sedî 50 û 100î de li ser Çînê were sepandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê tekez kir ku peyama wî "ji bo hemû welatên NATOyê û cîhanê ye."
"Kirîna petrolê ji Rûsyayê şok e"
Trump ku piştî êrişên hewayî yên dijwar ên Kremlînê yên roja yekşema borî li ser Ukraynayê careke din ev bang kir û wiha got:
“Dema ku hemû welatên NATOyê heman gavê biavêjin û kirîna petrolê ji Rûsyayê rawestînin, ez jî amade me ku cezayên mezin bisepînim."
Trump berdewamkirina kirîna petrola Rûsyayê ji aliyê welatên NATOyê ve wekî "şok" bi nav kir û anî ziman ku ev yek hêza dan û standinê ya hevpeymaniyê lawaz dike.
Ji bo bidawîkirina şer pêşniyara bacê
Trump bal kişand ser pêşniyara xwe ya derbarê Çînê jî û destnîşan kir ku Pekîn hevkariya xwe ya stratejîk bi Moskowê re zêde dike.
Wî got, "Sepandina cezayên li ser Rûsyayê ji aliyê NATOyê ve û di heman demê de danîna baca gumrikê ya ji sedî 50 heta 100î li ser Çînê û rakirina van tedbîran dema ku şer bi dawî bibe, dê beşdariyeke mezin di bidawîkirina vî şerê bêwate û kujer de bike."
Serokê Amerîkayê îdia kir ku Çîn “bandoreke xurt" li ser Rûsyayê heye û anî ziman ku bacên gumrikê yên tund dê vê bandorê lawaz bikin.
"Heke na, em tenê wextê xwe winda dikin"
Trump bangî hevpeymaniya ku ji 32 endaman pêk tê kir û got ku eger NATO pêşniyarên wî bi cih bîne, şer dê bi lez bi dawî bibe û eger na "ew dê tenê wextê xwe winda bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse