Dusseldorf (Rûdaw) - Sibe li bajarê Kolnê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin dubare dibe (ango derbasî gera duyem dibe), ji ber ku di gera yekem de ti namzediyê de nekarî piraniya dengan bi dest bixe.
Bêrîvan Aymaza ku Kurd e, dengên herî zêde standin lê vê têrê nekir ku bibe şaredar.
Loma sibe Bêrîvan careke din namzed e û diyasporaya Kurdan li Kolnê dikare biçe dengê xwe bide wê.
Hevkara me Mey Dost vê hefteyê li gel Bêrîvan Aymaz bû, ez bala we dikşînim ser newsfîçereke balkêş a Meyê.
“Bi rastî atmosfereke pir baş û xweş e heye”
Di rojên dawî yên pêşbirka hilbijartinê de ku dijwar û siyasî ye, ji bo Bêrîvan Aymaz her silavek girîngiya xwe heye.
Li vir, di festîvalekê de jiyan bi başî birêve diçe û Aymaz jî mal bi mal digere. Şaredarê nû ya bajêr dê di gera duyem a hilbijartinan de diyar bibe û vêga her dengek girîng e.
Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê Bêrîvan Aymazê got:“Bêguman ez dê serdana wan taxan bidomînim ku min hejmareke mezin a dengan lê bi dest xistine, da ku bînim bîra her kesî ku di 28-09an de careke din her dengek girîng e.
Lê ez dê biçim wan taxên ku min deng ji derveyî partiya xwe lê standine jî, ew cihên ku ne keleha Partiya Keskan in.”
Bêrîvan Aymaza Partiya Keskan ku xelka Bakurê Kurdistanê ye, di qonaxa dawî ya bangeşeya hilbijartinê de ye.
Piştî gera yekem, wê zêdetirî ji sedî 28ê dengan bi dest xist. Niha jî rûbirûyî rikberê xwe yê ji Partiya Sosyal Demokrat dibe.
Îro stratejiya wê zelal e, rasterast bi xelkê re diaxive û girîngiya van çend rojan di wê yekê de ye ku dengderan li ser kolanan razî bike.
"Min bi mijarên vî bajarî dest bi bangeşeyê kir"
Bêrîvan Aymazê got, “Min bi mijarên vî bajarî dest bi bangeşeya hilbijartinê kir.
Mînak, xaniyên bi bihayên guncaw, sîstemeke baş a veguhastina giştî, otobus û trên ku mirov hest bike bi awayekî ewle ji cihekî digihîje cihekî din.
Lê di heman demê de rewşa ser kolanan, bikaranîna eşkere ya madeyên hişbir ku weke mînak li Neumarktê heye, ev ew mijar in ku min di dema bangeşeya hilbijartinê de qala wan kiriye û ev dê di rojên pêş de jî bibin mijarên gotûbêjê.”
Li şûna ku bi gotarên mezin biaxive, ew di nava xelkê de digere û hevdîtinên rûbirû pêk tîne da ku baweriyê ava bike û piştgiriyê bi dest bixe.
Bêrîvan Aymaz nîşan dide ku ew ji bo rikberiya vê hilbijartinê amade ye û peyama wê jî zelal e ku pişta xwe bi xelkê girêdaye. Me pirs ji hinek dengderan kir ka ew li ser namzediya wê çi dibêjin.
Xwendekarê bi navê Kaan Akkaya, “Bi baweriya min, ew teqez pir baştir ji me fêm dike, ji ber ku ew bi xwe di wan tiştan de jiyaye ku em tê de dijîn.
Ez bawer dikim ku dê nêrîneke wê ya baştir li ser vê yekê hebe, ne weke keseke ku ji vê yekê fêm nake û weke me ne ji heman binyadê be.”
"Divê jinek bibe namzed"
Rahêner û Model Lutz Marquardt jî got, “Ez bi xwe her dem bi wê yekê re me ku jinek bibe namzed, ango ez vê yekê weke tiştekî pir baş dibînim.
Bi baweriya min, jin xwedî hesta hevxemiyê ne, bi taybetî ji bo birêvebirina bajarekî. Her wiha ez paşxaneya wê weke jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê pir balkêş dibînim.
Ez bawer dikim wê gelek tişt dîtine û xwedî çîrokeke bibandor e û di bajarekî weke vî de ku bi milyonan kes û bêguman gelek jinên koçber û kesên xwedî paşxaneya koçberiyê lê dijîn, ew dikare bi hêsanî ji xelkê fêm bike.”
"Ez piştgiriyê didim Berîvan Aymazê"
Pispora Xurekê Paulina Rduchê jî got, “Ji ber vê yekê ez pir pêşwaziyê lê dikim ku li şûna ku em roj bi roj zêdetir ji hev dûr bikevin, em nêzîkî hev bibin.
Ez bawer im ev yek ji wan armancan e ku divê bê şopandin û hewla cîbicîkirina wê bê dayîn. Her wiha divê ev yek di serî de ji asta herî biçûk dest pê bike.”
Ev piştgirî ji bo Bêrîvan Aymaz cihê hêviyê ye û di van saetên dawî de armanc ew e ku dengderên dudilî bên razîkirin.
Şansê Bêrîvan Aymaz û Partiya Keskan ji bo ku van rojan di hilbijartinên diyarker ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Kolnê de dengên zêde bi dest bixin, gelekî mezin e.
Di rojên pêş de ew û rikberê wê yê ji Partiya Sosyal Demokrat dê ji bo vê postê rikberiyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse