Essen (Rûdaw) - Li Almanyayê bikaranîna çixareyên elektronîk di nav ciwanan de gelekî berbelav bûye.
Bikaranîna çixareya elektronîk (vape) di nav ciwanên Almanyayê de bûye trendeke xeternak û wekî pêleke nû ya girêdana bi nîkotînê tê dîtin.
Tevî ku kirîn û bikaranîna wê ji bo kesên di bin 18 saliyê de qedexe ye jî li gorî amarên fermî, ev diyarde her ku diçe zêde dibe.
Bijîşk hişyariyê didin ku vape madeyên ziyandar dihewîne û dibe sedema pençeşêrê.
“Ez daxwaza nasnameyê dikim”
Li Almanyayê kirîn û bikaranîna çixareyên elektronîk ji bo kesên di bin 18 salan de qedexe ye lê gelo ev yek çawa tê bicihanîn?
Fuad Hecî Xidir firoşkarekî Kurd e û wî li ser firoatina çixareyên elektronîk got:
“Her kesê ku bê ba min û daxwaza çixareya elektronîk bike, ez jî nasnameya wî dixwazim. Eger ew 15, 16 yan 17 salî bin, ez nadim wan lê yên 18 salî û jortir bin ez çixareyê didim wan.”
Hecî Xidir her wiha balê dikişîne ser asta bikaranînê jî û got, “Hinek hene ku rojê 2-3 çixareyên elektronîk dikêşin, yanî di saetekê de çixareyekê xilas dikin.”
Metirsiya li ser tenduristiyê
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), cîhanê 15 milyon ciwanên di navbera 13-15 salan de çixareyên elektronîk vedixwin.
Li Almanyayê jî ji sedî 22yê xwendekarên pola 10an van çixareyan dikêşin an jî ceribandine.
Ev çixare metirsiya herî mezin a li ser tenduristiyê ye.
Bijîşk hişyariyê didin ku ev çixare dikare bibe sedema nexweşiya pençeşêrê.
Dr. Omer Osman, pisporê xwîn û pençeşêrê ye li Nexweşxaneya Zanîngeha Essenê.
Dr. Omer Osman li ser vê mijarê got, “Di çixareya elektronîk de madeyên ziyandar ên wekî chrom, nickel, resas, deacetyl, asid aldehyd û formaldehydê hene.
Wekî ku em dizanin, ev made dikarin bibin sedema pençeşêrê û bandorên wan ên neyînî hene.”
Siyaset li çareseriyê digere
Li nava siyasetê jî daxwazên ji bo rêgirtin û hişyarkirina vê çixareyê zêde dibin.
Berdevka Siyaseta Tenduristiyê ya Partiya Keskan a Parlamentoya Herêma NRWyê Meral Thoms ji Rûdawê re ragihand ku hîn gelek kar hene ku divê bên kirin.
Meral Thomsê ji Rûdawê re got, “Di destpêkê de, divê em li ser mijara hişyarkirin û rêgirtinê biaxivin.
Divê em zarok, ciwan û bê guman dê û bavên wan li ser metirsiyên çixareyên elektronîk hişyar bikin.
Pêwîst e em biçin dibistanên seretayî jî, ji ber ku em dizanin zarokên di pola seretayî de jî çixareyên elektronîk bi kar tînin.
Ev gava herî girîng e ku em zarok û ciwanan bi zimanekî li gorî wan hişyar bikin.
Wekî din, divê em li ser medyaya civakî ku ciwan herî zêde lê ne, hişyariyan zêde bikin û rê li ber reklama vîpan a bi destê influenceran bigirin.”
Trendeke nû ye lê gelekî xeternak e. Tê gotin ku çixareyên elektronîk nifşekî nû yê bengîtiyeke nû ya nîkotînê di nava ciwanan de çêdike.
Li aliyê din firoşkar di navbera berpirsiyarî û bazirganiyê de ne, bijîşk jî behsa metirsiyên tenduristiyê dikin û siyaset li çareseriyan digere.
Heta bikaranîna ciwanan a wan çixareyan berdewam bike, pirsa sereke ev e, kî bi rastî dê wan diparêze?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse