11 endamên Kongresê bo Biden: Tirkiye ji bo Amerîkayê xeter e

27-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê yazdeh endamên Kongresê derbarê krîza F-16an de nameyek ji serokê wî welatî Joe Biden re şandin û jê xwestin ku F-16an nefroşin Tirkiyê. Herwiha ew endamên Encûmena Nûneran dibêjin ku Tirkiyê Tirkiye, ji bo Amerîka û hevalbendên me xeter e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji Demokrat û Komariyan 11 endamên Kongresê ji Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re nameyek şandine û di nameyê de daxwaz kirine ku Îdareya Biden firokeyên şer ên F-16 nefiroşe Tirkiyê.

Li gor Reutersê name 25ê Cotmeha 2021ê hatiye şandin û di nameyê de 11 sîyasetmedarên Amerîkî amaje bi wê yekê dane ku di dema dawî de mijara kirîna 40 firokeyên F-16 ji aliyê Tirkiyê ve nîgeranî çêkiriye û dibêjin: “Piştî daxuyaniya Erdogan ya meha Îlonê ku got ew dê ji Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a nû bikirin, êdî em nikarin firokeyên şer bo welatekî ku ligel hevpeymanê me yê NATOyê ye lê wek dijmin tevdigere bifiroşin û ewlekariya xwe ya netewî bixin metirsiyê.”

Heta niha derbarê mijarê ne Koşka Spî û ne jî Wezareta Derve ya Amerîkayê ti daxuyanî nedane.

Enqerê berî niha daxwaza 100 firokeyên Lockheed Martin F-35 ên Amerîkî kiribû, lê piştî Tirkiyê sîstema berevaniya esmanî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, Amerîkayê Tirkiye ji bernameyê çêkirina wan firokeyan derxist.

Tê gotin ku name ji aliyê Nicole Malliotakis a Komarî û Carolyn Maloneya Demokrat ve hatiye amade kirin. Herwiha di nameyê de tê gotin: “Em piştrast in ku dê Kongre ji hinardekirineke wiha re bibe asteng û Amerîka, di roja îro de nikare hewqas kelûpelên leşkerî yên pêşketî bide Tirkiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst