Dîzaynera Kurd rengên Kurdistanî dibe podyumên Ewropayê

28-06-2025
Hêmin Ebdullah
Yasmîn Kerîm Şêx Şero\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Yasmîn Kerîm Şêx Şero\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yasmîn Kerîm Şêx Şero Almanya Kurdên Êzidî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dîzaynereke modeyê ya Kurd bi tevlihevkirina cil û kincên Kurdî û Ewropî bala herkesî kişandiye ser xwe.

Yasmîn jineke Êzidî ya serkeftî ye û xelka Baedrê ya Dihokê ye. Ew dîzayna cil û bergên Kurdî û Ewropî tevlihev dike û hem wan bi kirê dide kesên ku pê sersam in û hem jî wan difiroşe.

Dîzaynên wê pir balkêş in wekî nimûne, kirasekî Kurdî wisa çêkiriye ku tu hest dikî cil û bergê malbateke şahane ya Ewropayî ye. Yan jî cemedaniyeke Kurdî wisa xemilandiye ku tu hez dikî li serê hevjîna xwe yan yara xwe bibînî.

Yasmîn Kerîm Şêx Şero, keçeke Kurd a xelka nahiyeya Baedrê ye û niha li Almanyayê dijî. Wê û xwişka xwe Dilvînê, dest bi projeyekê kirine ji bo dîzaynkirin û dirûtina cil û kincên Kurdî bi şêwazeke serdemî û tevlihev bi dîzayna Ewropî, bi armanca ku cil û bergên Kurdî di nava ciwanên Kurd ên li diyasporayê de zindî bihêlin.

Yasmîn ku destpêkê wekî makeup artîst kar dikir, behsa destpêka fikra xwe dike û ji Rûdawê re got:

"Fikra min ji wir tê ku ez çawa bikarim cil û bergên folklorî yên Kurdî li Almanyayê çêbikim. Em dixwazin keç û jinên Kurd li Ewropayê ji şêwazê me yê nû hez bikin û li xwe bikin, ne tenê şêwazên biyanî lê belê cil û bergên xwe bi şêwazeke Ewropî."

Her du xwişk karên xwe bi awayekî online bi rê ve dibin. Yasmîn dîzayn û nexşeyan datîne û paşê ji mişteriyên xwe re dişîne da ku modeleke xweşik û guncaw ji bo ciwanên Kurd li Ewropayê çêbikin.

Yasmîn her wiha destnîşan dike ku birayekî wan li Almanyayê alîkariya wan dike ji bo peydakirina caw û kelûpelên Kurdî.

Dilvîn, xwişka Yasmînê, hevpara sereke ya karê wê ye û wê jî got, "Piştî ku xwişka min dîzaynan datîne û nexş û moriyan diyar dike, ez wan bi hev ve girêdidim û karê dirûtinê temam dikim."

"Ez pir hez dikim cemedaniyê bi şêwazeke nû pêşkêş bikim"

Dilvîn mînakekê ji karên xwe tîne û rave dike bê çawa hewl dane kirasekî şahane (Elegant) çêbikin ku dîzayna wî ji cil û bergên Kurdî hatiye wergirtin lê modela wî cuda ye û tevliheviyek ji şêwaza Kurdî û Ewropî ye.

Yek ji wan beşên ku Yasmîn girîngiyeke taybet didiyê, guhertinên di "cemedaniyê" de ye ku bûkên Kurd ên Êzidî di dema ahenga zewacê de bikar tînin.

Yasmînê got, "Ez pir hez dikim cemedaniyê bi şêwazeke nû pêşkêş bikim.

Min hewl daye ku di rengên wê de guhertinan bikim da ku bûk zêdetir jê hez bikin û ev nîşana çandî zêdetir derkeve pêş."

Armanca sereke ya Yasmîn û Dilvînê handana ciwanan e ku bi çand û cil û bergên xwe yên resen şanaziyê bikin. Ew hêvîdar in ku di paşerojê de bikaribin şaxeke karê xwe li Kurdistanê jî vekin û projeya xwe berfirehtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst