ALMANYA - Herêma Nordrhein-Westfalenê biryara dersînorkirina Kurdên Êzidî rawestand

22-12-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nordrhein-Westfalenê Josefine Paul Almanya Kurdên Êzidî Dersînorkirin
A+ A-

Hikûmeta Herêma Nordrhein-Westfalenê 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan bi awayê herêmî biryar da dersînorkirina welatiyên Êzidî ji bo sê mehan bê rawestandin.

Xanima Josefine Paul di hikûmeta vê herêmê de Wezîra Malbat, Wekhevî û Guncandinê ye û berpirsa dosyayên zarok, ciwan, malbat, wekhevî, revîn û guncandinê ye.

Josefine Paulê ji bo vê  biryara taybet kar kiriye û niha hewil dide li ser asta Almanyayê ji bo rawestandina deportkirina welatiyên Êzîdî ya ber bi Îraq û Herêma Kurdistan ve kar bê kirin.

Wezîra Malbat, Wekhevî û Guncandinê Josefine Paul di vê hevpeyvîna taybet de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da û biryara xwe şîrove dike.

Rûdaw: Wezîr Paul gelekî spas ji bo dema we. Hûn dikarin bi kurtî ji me re zelal bikin ku we bi çi awayî biryarek ji bo rawestandina deportkirina Êzidiyan li Herêma Nordrhein-Westfalenê derxist?

Josefine Paul: Em dibînin ku rewş ji bo xelkê Êzidî yê li Bakurê Îraqê gelekî xirab e. Bi taybetî  ji bo jin û zarokan, ev yek di nirxandinên rewşê yên li herêmê de diyar dibe.  Me ji gelek aliyan ve rapor bi dest xistine ku deportkirin zêde bûbû lê eger mirov lê binêre di destpêka îsal de, Parlamentoya Federalî bi piraniya dengan biryar da ku ji aliyê DAIŞa teror ve  komkujî li dijî Êzidiyan hatiye kirin û ev yek hatiye naskirin.

Ev yek ji bo me wê wateyê dide ku me xwest heta astekê ji bo ew Êzidiyên li cem Herêma Nordrhein-Westfalenê dijîn, dilrehetiyê çêbikin lê derfetên herêmê sînordarkirî ne ku tiştekê bike. Me niha ew derfet bikar anî lê erkê navendê ye ku ji bo demeke dirêj bi yasayê asoyeke misoger biafirîne. Em hatine nav vê pirsê de ku di rastiyê de pêwîst e desthilatên navendê wê yekê rêkbixin.

Rûdaw: Ez dê piştre bêm ser wê yekê lê pirseke din a temamkirinê. Ev rawestandina deportkirinê bi tenê ji bo jin û zarokan e yan ji bo mêrane jî?

 Josefine Paul: Me di biryara xwe de bi zelalî rêk xistiye: Bi berçavgirtina rewşa taybet ji bo jin û zarokan me ferman daye bi rawestandina deportkirinê ji bo jin û kesên di bin temenê 18 salî de. Eger mirov li wêneyî binêre dê diyar bibe ku rewş çiqasî bi zehmet e ji bo jin û zarokan, bi taybetî ji bo kesên di rewşên taybet de.

Rûdaw: Xanima Wezîr di daxuyaniyeke wezareta we de hatiye: Ez bi kurtî kevanekê vedikim (Ez careke din bang li Wezareta Karên Navxwe ya Federalî  û Wezîr Nancy Faeserê dikim di nêzîktirîn derfetê de asoyeke ewle û misoger bo Êzidiyan biafirîne) dawiya kevanekê. Wate hûn çiqasî hewl didin ku li seranserê Almanyayê rawestandina deportkirinê ji bo Êzidiyan bê bicihanîn?

Josefine Paul: Herêman derfetên gelek sînordarkirî hene. Niha me ji bo sê mehan fermana rawestandina deportkirinê derxistiye û em dikarin herî zêde tenê carekê dirêj bikin ku herî zêde ji bo 6 mehan li ser asta herêmê dikare deportkirin bê rawestandin. Rêkxistineke berdewam li gorî wê biryara Parlamentoya Federalî ku di destpêka salê de biryar li ser daye, ev yek tenê li ser asta Federalî dikare bê bicihanîn û bi tenê Wezareta Karên Navxwe dikare encam bide.

Rûdaw: Hûn dizanin çiqas Êzidî li Herêma Nordrhein-Westfalenê dijîn? Di dema derbasbûyî de bi taybetî piştî 2014an gelek Êzidî tên.

Josefine Paul: Me civakeke mezin a Êzidiyan li Herêma Nordrhein-Westfalenê heye. Bêguman piştî komkujiya 2014an û tawanên dirindane yên DAIŞê zêde bûne. Li gorî wê me civakeke mezin a Êzidiyan heye û her ji ber wê yekê me ji xwe re got me berpirsyariyek heye. Me berê xwe daye desthilatên fedaralî ji bo careke din bi zelalî bidin diyarkirin ku pêdivî bi çareseriyeke yekgirtî ya li ser asta federalî ji bo vê grûpê heye.

Pêwîstî bi çareseriyek bingehîn ji bo vê grûpê heye lê em berpirsyariya xwe li Nordrhein-Westfalenê dibînin û me niha fermana xwe ya rawestandina  deportkironê derxist lê carek din dibêjim ku herêmê derfetên sînordarkirî hene û herî zêde ji bo şeş mehan deportkirinê radiwestîne û tişta niha pêwîst ew e; çareserîyek li ser asta federalî yekgirtî, bingehîn û bi yasayê misoger hebe.

Rûdaw:  Ji dema ku we postê xwe yê wezaretê wergirtiye, hûn çawa pirsa xwegûncandina Êzidiyan û kesên ji neteweyên din li herêma Nordrhein-Westfalenê dinirxînin?

Josefine Paul: Nordrhein-Westfalen teqlîdeke dûrûdrêj heye li gel koçkirona xelkê bo vê derê. Em herêmeke koçkironê ya pir reng in. Em li ser wê bingehê ava dikin ku em herêmeke pir reng in. Gûncandin û beşdarîkirina rengên cûda di civakê de ev civak  çêkiriye û em di qonaxên cûda yên herêmê de bihêz kirine. Û îro me bingeheke berfereh a gûncandinê heye.

Ji aliyekê ve ew bingehên profesyonel ên ku me hene di rêya îdarekirina gûncandinê yên şaredariyan, navendên gûncandinê yên şaredariyan û ajansên gûncandinê yên rêxistinên alîkarîkirinê lê me bingeheke gelek gelek befireh a rêxistinên civaka sivîl heye ku rêxistinên biyaniyan in û derbarê pirsên cûda digihin hev û kar dikin.

Me bi rastî bingehek gelek berfireh yê entegrasyonê heye ku em dikarin li ser ava bikin. Bê guman dê her pirs hebin ku pêwîst e em baştir bikin û bi taybetî ji bo wan kesan yên di salên derbasbûyî de hatine cem me. Wate baştirkirina navendên entegrasyonê di warê kursên zimanî de, danpêdanên bilez yên bawernameyên xwendinê û karkirinê û zû dayîna derfetan ji bo beşdarîkirina di civakê de.

Rûdaw: Xanima wezîr, hikûmeta Hevpeymaniya Kesk-Sor-Zer a Almanyayê herwiha di asta Ewropayê de jî welatên Yekitiya Ewropayê û Parlamentoya Yekitiya Ewropayê li hev kiriye ji bo yasayên nû yên sîstema penaxwaziyê? Hûn derbarê vê yekê de  çi dibêjn? Ev qonaxeke nû ye li Ewropayê ji bo wan kesên dixwazin bên vê derê yan ev yek dê baştir koça ne asayî rêk bixin?

Josefine Paul: Em niha dibînin ku tevgereke zêde ya koçberiyê heye, ne tenê ji Ukraynayê; Nordrhein-Westfalen 230 kes tenê ji Ukraynayê wergirtine tevî vê yekê xelk ji gelek deverên şer û krîz tê de yên cîhanê tên. Ev yek jî wateya wê yekê dide ku divê em xemê ji arastekirina koçberiyê û entegrasyonê\guncandinê bixwin. Em dibînin ku li ser sînorên derve yên Yekitiya Ewropayê rewşek  çêbûye ku bi vî awayî nayê qebûlkirin lewma jî baş û rast bû ku li ser asta Yekitiya Ewropayê kar ji bo wê rewşê bê kirin.

Ev yek rêkxistneke hevbeş e ji bo mirovatiyê lê dîsan jî siyaseteke koçberiyê ya arastekirî û bi rêkûpêk heye. Me xema wê çendê rakiriye û kar kiriye ku kesên di rewşên taybet de, parastin û piştgîriya taybet ji bo wan pêwîst e. Em dê niha di proseyan de bibînîn ku li gorî wê yekê kar tê kirin lê ji bo destpêkê gaveke rast e û ligel lihevkirinên di asta Yekitiya Ewropayê de derbasbûnek heye ji bo mekanîzmaya hevsozî û dabeşkirinê ya koçberan. Em dê bibînin ku bi tenê li asta Yekitiya Ewropayê em dê çareseriyên rast ên berdewam peyda bikin di arastekrin û mirovbûna proseyên koçberiyê de.

Rûdaw: Xanima wezîr gelekî spas. Herêma Nordrhein-Westfalenê pêşeng bûye ji bo gelek Êzidîyan; di sallên 90an de Wezîr Schnur kar ji bo pirsên Êzidiyên ji Tirkiyeyê dikir, niha jî hûn. Di asta Almanyayê de jî gelek hevsozî li gel Êzidiyan hebûye. Gelekî spas ji bo dema we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst