Fransa - Her kesê peymaneke kar a 6 mehî bi dest bixe, dikare daxwaza îqameyê bike

28-06-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Fransa Karta Şîn Kar
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Fransayê her kesê ku peymaneke kar a 6 mehî bi dest bixe, dikare îqameyê (yan Karta Şîn) bistîne.

Fransa dixwaze ji bo kesên ku dixwazin bi rêya kar li wî welatî îqameyê wergirin hêsankariyan bike.

Ji niha û pê ve, her kesê ku bikaribe peymaneke kar a ji bo dema 6 mehan li Fransayê bibîne û îmze bike, dikare daxwaza Karta Şîn (an îqameya kar) bike.

Ji bo kesên ku îqameya wan a kar li welatekî din ê Ewropayê jî heye û dixwazin biçin Fransayê, hêsankarî hatine kirin.

Berê, Fransayê ew merc danîbû ku ew kesê ku li Fransayê peymana kar jê re tê çêkirin, divê 5 salan ezmûna wî ya kar a pîşeyî di wî warî de hebe ku ji bo wî tê Fransayê

Her wiha, pêwîst bû bawernameya wan a zanîngehê jî hebe.

Ji niha û bi şûn de, 3 sal ezmûn bes e û ji bo hin waran bawernameya zanîngehê jî ne pêwîst e.

Kesên ku ji welatekî din ê Ewropayê ku îqameya wan a kar li wir heye dixwazin biçin Fransayê, bes e ku 12 mehan li welatê din bi îqameya xwe kar kiribin.

Berê ew merc 18 meh bû û ev yek hatiye guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst