Li Pakistanê nêzîkî hezar kesî di lehiyê de canê xwe ji dest dan

28-08-2022
RÛDAW
Li Pakistanê nêzîkî hezar kesî di lehiyê de canê xwe ji dest dan
Li Pakistanê nêzîkî hezar kesî di lehiyê de canê xwe ji dest dan
Nîşan Pakistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabûn û 982 kesan di wan lehiyan de canê xwe ji dest dan û hezar û 456 kes jî birîndar bûn.

Ebid xelkê bajarê Suhbetpûrê yê naverasta Pakistanê ye. Bi derxistina paşmayiyên xaniyê xwe re yên di bin herî û celba lehiyê de ne, mijûl e.

Zerardarê lehiyê Ebid Elî got, “Min bi karkerî û rêncberî ev xanî çêkir. Ez bi şev û roj dixebitîm û bêxew dimam. Min heta niha deynê xwe jî nedaye.”

Ji naverasta Hezîranê ve ji ber ba û baranê lehiyeke bihêz li Pakistanê rû daye.

Li gor Hikûmeta Pakistanê ji ber lehiyê heta niha 982 kesan canê xwe ji dest dane û hezar û 456 kes jî birîndar bûne.

495 hezar mal an bi temamî hilweşiyane yan jî zerar dîtine. 3 hezar kilometre rê û ban zerar dîtine, 130 pir hilweşiyane. Ji ber lehiyê 33 milyon welatiyên Pakistanî zerar dîtine ku dike %15ê nişteciyên li wî welatî ku bi giştî 220 milyon in. 184 hezar kes bo kampan hatine veguhestin.

Mêrabuxs xelkê bajarê Dêrelayarî li parêzgeha Belûcîstan a Pakistanê ye. Tiştê ku karibûye ji mala xwe ya ku ber avê çûye rizgar bike, aniye vê derê. Ligel bi dehan hezar malbatên din, li vê derê dixwin, vedixwin û radikevin û dimînin.

Zerardarê lehiyê Merabuxs anî ziman, “Mala min ber avê çû. Rûpiyekî min jî tune ku çê bikim. Nanek jî bi dest min nakeve, îcar çawa xaniyê xwe çê bikim.”

Hikûmeta Pakistanê rewşa awarte ragihandiye û daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku alîkariya welatê wan ê kêmdahat bikin.

Girtina rê û banan ji ber lehiyê, wiha kiriye ku xorak negihêje dukanan. Di encamê de biha zêdetir bilind bûne. Ji %37.9ê xelkê hejar in û rojane bi zehmetî 3 dolaran qezenc dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst