Almanya - 30 xwendevanên Kurd hatin xelatkirin

28-08-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Komeleya Aso Xwendevanên Kurd
A+ A-

Herne (Rûdaw) - Xwandevanên zimanê Kurdî û derçûyên bakeloriyayê (pola 12an) li bajarê Herneyê yê Almanyayê ji aliyê Komeleya Asoyê ve hatin xelatkirin.

Komeleya Asoyê, komeleyeke civaka sivîl a Kurdî ye û li bajarê Herneyê yê Almanyayê ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin.

Merasîma derçûnê ya wan xwendevanan bi beşdariya dê û bavên xwendevanan bi rê ve çû.

Dê û bav, hevbîr û dostên xwe ji bo xelatkirina 30 xwandevanên kurseke 8 mehî ya zimanê Kurdî û derçûyên bakeloryayê yên sala xwandinê ya 2022-2023yan hatine vexwendin.

Mamosteyê zimanê Kurdî Armanc Hacî got, “Me xwest em perwerdehiya Kurdî li vî bajarî bidin keç û xortên xwe.

Ez dikarim bibêjim di 8 mehan de me karîbû asta hînkera yekemîn bidin ciwanan.

Me asta seretayî da zarokên biçûk. Temenê wan di navbera 10 heta 20 salî de bûn.”

“Ez rojê 15 saetan vala nedibûm”

Xwendevanê bi navê Elind tenê 6 sal in ku li Almanyayê ye. Digel karkirina 8 demjimêran a rojane kariye bakeloryayê bi dawî bike.

Heriwha Elind li Zanîngeha Bochumê hatiye qebûlkirin û ji çiriya pêşîn ve dê li koleja endazyariyê bixwîne.

Xwendevan Elind got:

“Min 6 salan xwend û ez di ber re jî dixebitîm.

Ez her roj 8 saetan dişixulîm û li berê jî rojê min 7 saetan dixwend. Rojê ez 15 saetan vala nedibûm.

Yanî wext gelekî teng bû lê tevî kû dem gelekî teng bû jî, min bi xêr û silamet bi notên gelekî baş xelas kir.

Bi xêr û silamet di 1ê meha 10an de ez ê dest bi endezyariya avahîsaziyê bikim.”

Beşdarbûyê kursa Kurdî Xidir Ebdo diyar kir, “Ez 8 mehan çûm kursa Kurdî. Ez hînî tîp û peyvan bûm.”

Bepirsên Komeleya Asoyê  naveşêrin ku ew hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne lê wan got deriyê wan ji bo Kurdên dever û parçeyên din ên Kurdistanê re jê vekiriye.

“Ji bo ku zarokên me wenda nebin me ev komele ava kir”

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Asoyê Agrî Çelebî got:

“Rêya me li pêşiya her kesî vekiriye lê bêtir ên ku hatine Kurdên me yên Rojavayê ne.

Em ên nû 2015an ji ber vî şerî reviyan û hatine. Me dît ku zarokên me wenda dibin. Avakirina vê komeleyê ji bo vî tiştî bû.”

Kurdên li Almanyayê dikarin li dibistanên fermî jî Kurdî bixwînin

Kurdên ku li Almanyayê dijîn dikarin zimanê Kurdî li dibistanên fermî jî bixwînin.

Li aliyê din, ji bo vekirin û pêşkêşkirina waneyên ziman, kultur û muzîka Kurdî roleke mezin a komeleyên diyasporayê yên Kurdî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst