Zelenskyy: Di êrişa Rûsyayê de 14 kes hatin kuştin

28-08-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku di êrişa hewayî ya artêşa Rûsyayê ya li ser paytext Kîevê de 3 jê zarok 14 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Zelenskyy di daxuyaniya xwe ya Xê de diyar kir ku di êrişa Rûsyayê de niştecihgehek li Kîevê hatiye armanckirin û got:

"Vê gavê, tê zanîn ku di encama êrişa Rûsyayê de 3 jê zarok 14 kes hatine kuştin. Ev kuştineke hovane û bi zanebûn a sivîlan e."

Zelenskyy destnîşan kir ku dibe ku hinek kes di bin kavilan de asê mabin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

“Rûsya hîn jî ji encaman natirse”

Zelenskyy parast ku ev êriş bersivek e li hemberî hemû cîhana ku bi hefteyan e banga agirbest û dîplomasiyê dike û biland:

 "Rûsya li şûna maseya dan û standinan çekên balîstîk hildibijêre. Li şûna ku dawî li şer bîne, kuştinê didomîne. Ev jî nîşan dide ku Rûsya hîn jî ji encaman natirse."

Zelenskyy bertek nîşanî hemû welatên ku banga aştiyê dikir lê niha bê deng in da û teqez kir ku ew li benda bersiveke zelal ji civaka navneteweyî ne.

"Hemû demên diyarkirî derbas bûn”

Zelenskyy her wiha banga sizayên nû û tund ên li dijî Moskowê kir û anî zimên:

 "Hemû demên diyarkirî derbas bûn, bi dehan derfetên dîplomasiyê li ber avê çûn.

Divê Rûsya ji her êrişa ku pêk tîne û ji her roja ku ev şer berdewam dike berpirsyar were girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst