Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt ragihand ku ew plan dikin koçberên Sûriyeyê yên ku mafê penaberiyê wernegirtine dersînor bikin.
Dobrindt diyar kir ku ew dixwazin îsal bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re li ser vê mijarê bigihîjin peymanekê û da zanîn ku tawankar dê di rêza yekem de bên dersînorkirin.
Dobrindt: Em dixwazin îsal bi Sûriyeyê re bigihîjin peymanekê
Alexander Dobrindt di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Rheinische Post re got ku ew dixwazin îsal li gel hikûmeta Sûriyeyê peymanekê îmze bikin da ku dest bi dersînorkirinan bikin.
Dobrindt her wiha got, "Em dixwazin îsal bi Sûriyeyê re bigihîjin peymanekê da ku di destpêkê de tawankaran û piştre jî kesên bê mafê niştecihbûnê dersînor bikin."
Wî her wiha amaje pê da ku divê cudahî di navbera kesên ku "baş entegre bûne û kar dikin" û yên ku "serlêdanên wan hatine redkirin û alîkariyên civakî distînin" de were kirin.
Ji bo vê yekê, wî ferman daye Saziya Koç û Penaberan (BAMF) ku ji nû ve dest bi vekolîna dosyeyên penaberên Sûriyeyî bike.
"Bi hezaran kes bi dilxwazî vedigerin"
Ev daxuyanî di demekê de hat ku Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê di 25ê Îlonê de ji Rûdawê re ragihandibû ku heta niha 2 hezar û 132 Sûriyeyî bi dilxwazî di çarçoveya Bernameya Federal û Herêman (REAG/GARP) de vegeriyane welatê xwe û 4 hezar û 452 kesên din jî di heman çarçoveyê de li benda vegerê ne.
Piştî rûxana rejîma Beşar Esed di Kanûna Paşîn a 2024an de, hikûmeta Almanyayê Sûriye jî xistibû nav vê bernameyê.
Li gorî bernameyê, welatiyên Sûriyeyî dikarin bi dilxwazî vegerin welatê xwe û malbatên kêm derfet alîkariyên darayî jî distînin.
Her kesek 1,200 Euro û her malbatek herî zêde 4000 euro wekî alîkariya destpêkê werdigire.
Divê were bibîranîn ku Almanyayê ji sala 2012an ve dersînorkirina ber bi Sûriyeyê ve rawestandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse