Trump: Serdema zêrîn a hevpeymaniya Amerîka û Japonyayê dest pê kir

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sanae Takaichi Donald Trump Amerîka Japonya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di rawestgeha duyem a geşta xwe ya Asyayê de, ji aliyê Serokwezîra nû ya Japonyayê Sanae Takaichiyê ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Trump û Takaichiyê ji bo destpêkirina "serdemeke zêrîn" a hevpeymaniya xwe peymanek îmze kir ku veberhênanên Japonî yên bi bihayê bi sed milyaran dolarî li xwe digire.

Tevî ku Trump serdana yek ji hevpeymanên Amerîkayê yên herî bihêz ên li Asyayê kiriye jî, piştrastiyeke tam nîne.

Sanae Takaichiya ku çend roj in bûye serokwezîra yekem a jin a di dîroka welêt de, divê pêwendiyên xwe bi Trump re xurt bike û di heman demê de berjewendiyên aborî yên welatê xwe jî biparêze.

Li gorî îdareya Trump, Washington nêzîkî bidestxistina armanca xwe ya kişandina 550 milyar dolar veberhênana Japonî ber bi Amerîkayê bûye.

Li Tokyoyê di şîveke ji bo serokên bazirganiyê de, Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Howard Lutnick ragihand ku soza veberhênana 490 milyar dolarî hatiye dayîn ku di nav de 100 milyar dolar ji bo her yek ji projeyên atomî yên kompanyayên Westinghouse û GE Vernova heye.

Trump beriya şîvê ji bazirganan re got, "Hûn bazirganên mezin in. Welatê me dê we bêhêvî neke."

Gotûbêj û diyariyên germ

Dema ku Trump û Takaichiyê sibeha sêşemê li hev civiyan, destên hev guvaştin û Trump pesnê wê da û got, "Ev destguhastineke gelekî xurt e."

Ji aliyê xwe ve, Takaichiyê ragihand ku Japonya dê sala bê 250 darên kirazê diyarî Washingtonê bike ji bo rêzgirtina li 250mîn salvegera Amerîkayê û her wiha dê fîşekên hewayî ji parêzgeha Akitayê ji bo ahengên 4ê Tîrmehê bên şandin.

Takaichiyê di destpêka axaftina xwe de amaje bi Shinzo Abeyê Serokwezîrê berê yê Japonyayê kir ku mamosteyê wê yê siyasî bû û bi rêya hezkirina wan a hevpar a ji bo lîstika golfê pêwendiyeke bihêz bi Trump re danîbû.

Trump rola Takaichiyê wekî serokwezîra yekem a jin a Japonyayê wekî "tiştekî mezin" bi nav kir û pesnê wê da.

Ji aliyê din ve, şandeya Japonyayê bi mebest goştê çêlekê û birincê Amerîkayê li gel pêkhateyên Japonî di dema firavînê de pêşkêş kir.

Takaichiyê darê golfê yê Abe wekî diyarî da Trump û her duyan kumikên beyzbolê îmze kirin ku li ser wan "Japonya vegeriya" hatibû nivîsandin, mîna kumikên sor ên Trump ên ku li ser wan "Em Amerîkayê ji nû ve mezin dikin" nivîsandî ye.

Serdema zêrîn û rêkeftina li ser madenên kêmpeyda

Her du serokan peymanek ji bo "serdema zêrîn" a hevpeymaniya welatên xwe îmze kir ku pabendiyên berê yên derbarê sepandina ji sedî 15 baca gumrikê li ser kelûpelên Japonî û avakirina foneke 550 milyar dolarî ji bo veberhênanên Japonî li Amerîkayê ducare kir.

Piştre Trump û Takaichiyê peymana duyem ji bo hevkariya di dabînkirina madenên girîng û kêmpeyda de îmze kir.

Ev yek di demekê de ye ku nakokî di navbera Amerîka û Çînê de li ser vê mijarê heye.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku Takaichiyê, Trump ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê pêşniyar kiriye.

Trump ji keştiya firokehilgir ji leşkeran re diaxive

Tevî ku siyaseta derve ya Trump a li Asyayê li ser bac û bazirganiyê ye, wî serdana keştiya balafirhilgir a "USS George Washington"ê kir û ji leşkerên Amerîkayê re axivî.

Serokê Amerîkayê, Takaichiyê jî bi xwe re biribû û wê jî gotarek pêşkêş kir. Ev di demekê de ye ku Japonya plan dike xercên xwe yên leşkerî zêde bike.

Trump roja duşemê gihîştibû Tokyoyê û beriya wê li Kuala Lumpura paytexta Malezyayê bû.

Trump çarşemê ji bo beşdarbûna Lûtkeya APECê dê berê xwe bide Koreya Başûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst