Çiyayê Etnayê dîsa teqiya: Hişyarî hat dayîn

Duh li 01:08
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Etnayê Volkan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji volkanên herî çalak ên Ewropayê Çiyayê Etnayê dîsa çalak bû.

Dûxaneke zêde ji volkanê bilind bû, lav heta 400 metreyan bilind bûn û ewreke stûr a xweliyê çêbû.

Pisporan li bajarê Katanyayê yê ku volkan lê ye ji bo balafiran hişyarî da.

Li Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê alarma Çiyayê Etnayê hat dayîn.

Volkan piştî teqîna Tebaxa 2025an cara ewil e ku çalak dibe.

Ewrên xweliyê di demeke kurt de asman dagirtin.

Piştî vê yekê li herêmê ji bo hewavaniyê hişyariya asta herî bilind hat dayîn.

"Koda sor hat ragihandin"

Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Neteweyî ya Îtalyayê ragihand ku çalakiya teqînê ya li lûtkeya Etnayê zêde bûye û derketina xweliyê didome.

Li ser vê yekê pisporan ji bo ewlehiya firînan hişyariya "koda sor" da.

Tevî alarmê jî li Balafirgeha Fontanarossayê ya Katanyayê firîn di rewşa xwe ya asayî de bûn.

Eger barîna xweliyê zêde nebe tê pêşbînîkirin ku trafîka asmanî neyê ragirtin.

Bilindahiya Çiyayê Etnayê ya li rojhilatê Girava Sîcîlyayê 3 hezar û 300 metre ye.

Volkan 24 saetan ji aliyê pisporan ve tê şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst