Hewlêr (Rûdaw) – Roja Pêncşemê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN) bi serdaneke fermî gihîşte Kyivê û di dema serdanê de dengê teqînan Kyiv hejand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Pêncşemê 28ê Nîsana 2022an li Kyivê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky de ragihand ku wî daxwaza zêdekirina alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Ukraynayê kiriye û heta niha alîkariya mirovî pêşkêşî 3,4 milyon mirovên li Ukraynayê hatiye kirin.
Antonio Guterres da xuyakirin ku armancên wan ew e ku heta meha Tebaxê hejmara alikariyan bi qasî du qatan zêde bikin.
Antonio Guterres her wiha diyar kir, UN xwe ji bo senaryoya "herî xirab" amade dike ku ew jî radestkirina alîkariyên mirovî ye bo 25 milyon kesan.
Li bajarê Mariupol a li başûrrojhilatê Ukraynayê, hejmarek serbazên Artêşa Ukraynayê di santrala pîşesaziyê ya Azovstal de ne û rayedarên Ukraynayê destnîşan kirin ku bi qasî 1000 sivîlan bi wan serbazan re xwe vedişêrin û hişyarî dan ku ew nikarin av û dermanê peyda bikin.
Guterres diyar kir ku bi hezaran mirovên li Mariupolê pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.
Piştî civîna çapemeniyê ya di navbera Antonio Guterres û Volodimir Zelensky de, hejmarek teqîn Kyiv hejand û agir bi du avahiyan ket. Ew avahiyên ku hatin bombebarankirin nêzikî otela ku Guterres lê dima. Ev yek di demeke wiha de ye ku beriya serdana Guterres bo Ukraynayê zêdeyî hefteyekê êrîş nehatibû kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana gundên li derdora Kyivê jî kir ku mezinahiya ziyana şer bi çavên xwe bibîne.
Guterres her wiha destnîşan kir ku hewldanên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîanîna şer bi ser neketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse