Three Gorges Dam - Dêwê karebayê yê Çînê û bandorên wê

29-06-2025
RÛDAW
Three Gorges Dam\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Three Gorges Dam\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Three Gorges Dam Çîn Çemê Yangtzeyê
A+ A-

Hubei– (Rûdaw) - Three Gorges Dam\Bendava 3 Geliyan mezintirîn santrala hilberîna karebaya paqij a cîhanê ye ku bi rêya avê kar dike.

Di salekê de zêdetirî 100 milyar kîlovat/saet karebayê hildiberîne.

Dirêjahiya wê 2,3 kîlometre, bilindahiya wê 185 metre ye û heta 175 metreyan bi avê dagirtî ye.

Kapasîteya wê ya depokirina avê 39,3 milyar metrekup e. Ji ber girseya mezin a avê ya ku li yek cihî kom bûye.

NASA di wê baweriyê de ye ku vê bendavê zivirîna cîhanê bi qasî 0,06 mîlîçirkeyan hêdî kiriye lê belê berpirsiyarên bendavê vê nûçeyê red dikin.

Fêdeyên kontrolkirina lehiyê û aboriyê

Rêveberê Jeneratorên Turbînên Karebayê yên CTGyê Shu Changi ji Rûdawê re got:

"Armanca avakirina Bendava 3 Geliyan ew bû ku standarda kontrolkirina lehiyê ji bo Deşta Jianghan a li ser Çemê Yangtzeyê ye, ji deh salan carekê bibe sed salan carekê.

Her sal, ew dikare bi nirxê 100 milyar yuan enerjiya nûjenbar hilberîne.

Ji bilî vê, avakirina projeyê avê ya zêrîn a Çemê Yangtze bi awayekî berbiçav bipêş xist û rê dide ku bi deh hezaran ton kelûpel rasterast bigihîjin Chongqingê.

Min ew mijara ku we behs kir nedîtiye û heta niha, min ti agahî û daneyên ku karibin wê encamê îspat bikin nedîtine.

Sûdên projeyê ji ziyanên wê zêdetir in. Me bi deh hezaran amûr li ser bendavê bi cih kirine da ku em piştrast bin ku tevahiya operasyonê di bin kontrolê de ye."

Ji bilî hilberîna elektrîkê, çandinî û veguhestina bar, ew bûye sedema kêmkirina lehiyan.

Çemê Yangtze wekî "Çemê Dîn" dihat nasîn lê piştî avakirina vê bendavê, lehiyê 10 qatan kêm kiriye.

Li gel teknolojiya modern û sensorên zîrek, pispor di wê baweriyê de ne ku ti metirsî li ser bendavê nîne, ji ber ku pêkhateya jeolojîk û bin-erdî ya herêmê ji kevirê granîtê pêk tê.

Rêxistina herikîna avê û rêveberiya zîrek

Rêveberê Komîteya Pêşveçûn û Reformê ya Yichangê Deng Mingliang jî wiha got:

 "Berê, Çemê Yangtze rasterast diherikî û piştî derbaskirina Sê Geliyan, digihişt devereke deştî. Ji ber vê yekê di dema lehiyên havînê de, niştecihên jêrîn ên çem ji karesatên lehiyê dinaliyan.

Piştî avakirina Bendava Sê Geliyan, em dikarin asta avê birêkûpêk bikin û herikîna ber bi jêr ve di her demê de kêm bikin.

Dema em behsa daneyên mezin dikin, ev tê wê wateyê ku bihayê hilberîna karebayê ya salane dikare bigihîje nêzîkî 30 milyar yuan.

Gelek kêm kes li vir kar dikin, ji ber ku ji bilî geştiyaran, em rojane li herêma bendavê dijîn.

Asta zîrekiyê niha gelek bilind e û hemû operasyon bi awayekî zîrek têne birêvebirin.

Tenê hejmareke kêm ji karmendên tamîrê hene, nêzîkî çend sed kesî, hejmara wan pir kêm e û ew tenê operatorên navxweyî ne."

Amarên avakirinê û girîngiya bazirganiyê

Di sala 1994an dest bi avakirina vê bendavê de hat kirin û di sala 2009an de ket meriyetê.

Kompanyayeke Amerîkî bi lêçûna 35 milyar dolarî ew ava kiriye. Ev bendav li ser çemê Yangtze hatiye avakirin ku dirêjtirîn çemê Asyayê ye û wekî damara sereke ya bazirganiya Çînê tê hesibandin.

Salane zêdetirî 25 milyon konteynir ji vir derbasî benderên Çînê û cîhanê dibin.

Operasyonên deriyên keştiyan

Birêveberê Navenda Birêvebirina Cao Yi jî got, "Frekansa xebata normal a deriyên keştiyan ên me, rojane nêzîkî 30-32 caran e ku 24 saetan berdewam dike û di her qeflekê de nêzîkî 4 keştî derbas dibin."

Koçberiya mezin û şûnwarên binavbûyî

Li gel aliyên erênî û baş ên vê bendavê, ji ber avakirina wê mezintirîn koçberiya mirovan a ji ber projeyekê rû da.

Milyonek û 500 hezar kes ji herêmê koçber bûn û bi hezaran gund, bajarok, şûnwar û cihên dîrokî ketin bin avê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst