Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Çapemeniyê yê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand ku Moskow daxuyaniyên rayedarên payebilind ên Amerîkayê yên derbarê îhtimala şandina mûşekên Tomahawk a ji Ukraynayê re "bi baldarî analîz dike."
Peskov di brîfînga xwe ya îro de destnîşan kir ku ji bo Kremlînê pirsa herî girîng ew e ka gelo dê kî biryara avêtina mûşekên Tomahawk a ji axa Ukraynayê bide: Rayedarên Ukraynayê an artêşa Amerîkayê?
Daxuyaniyên Peskov piştî daxuyaniyên Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Keith Kellogg hatin.
Vance piştrast kiribû ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji welatên Ewropayê daxwaza firotina mûşekên Tomahawk kiriye da ku ew wan radestî Kîevê bikin.
Kellogg jî diyar kiribû ku Koşka Spî hîn li ser şandina mûşekên Tomahawk biryara dawî nedaye.
Lê wî di heman demê de eşkere kiribû ku Serok Trump destûr daye Ukraynayê ku êrişên dûrmenzîl li dijî kûrahiya axa Rûsyayê pêk bîne û gotibû, "Tiştek wekî cihekî pîroz nîne."
Ev daxuyanî guherîneke berbiçav a di polîtîkaya Amerîkayê de nîşan dide, ji ber ku Trump berê li dijî wê yekê bû ku Ukrayna bi çekên Rojava êrişî kûrahiya axa Rûsyayê bike.
Mûşeka Tomahawk xwedî menzîleke 2 hezar û 500 kîlometre ye û ji hemû çekên ku welatên Rojava heta niha dane Ukraynayê bihêztir û dûrmenzîltir e.
Eger Ukrayna bibe xwediya van çekan dê karibe êrişî kûrahiya axa Rûsyayê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse