Tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê çû Herêma Tîbetê ku wekî "Banê Cîhanê" tê naskirin.
Ev herêma bilind a cîhanê parçeyek ji Zincîreçiyayên Hîmalayayê ye û Lûtkeya Everestê li xwe digire.
Ji ber bilindahiya herêmê, rêjeya oksîjenê li gorî asta deryayê ji sedî 50 kêmtir e.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Çînê Mehdî Ferec di belgefîlmekê de jiyan, çand û xwezaya Tîbetê nîşan da.
"Oksîjen bi pere ye"
Li Tîbetê oksîjen wekî kelûpelekî bazirganiyê ye û şênî neçar in carinan pereyan bidin nefesê.
Botilên oksîjenê li mal, dikan û otomobîlan hene û bûne parçeyek ji jiyana rojane.
Rengê rûyê xelkê guheriye
Kêmiya oksîjenê bandor li reng û rûyê xelkê jî kiriye û çermê wan hinekî tarî bûye.
Tevî şert û mercên dijwar ên xwezayê, xelkê Tîbetê bi aramî û serxwebûna xwe tên naskirin.
Paytexta herî bilind a cîhanê: Lhasa
Rûberê Tîbetê 2,1 milyon kîlometre çarqoşe ye û du qatî Fransayê ye lê nifûsa wê tenê 3,6 milyon e.
Bajarê Lhasayê tê wateya "Cihê Xwedê" û bi bilindahiya 4 hezar û 500 metreyî paytexta herî bilind a cîhanê ye.
Lhasa 143 metreyan ji Lûtkeya Helgurdê ya Başûrê Kurdistanê bilindtir e û salane zêdetirî 300 rojan tav e.
"Av di 85 pileyan de dikelê"
Li Tîbetê av di 85 pileyan de dikelê û amadekirina xwarinê demeke dirêj dixwaze.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê beroşên taybet tên bikaranîn.
Perestgeh û bawerî
Qesra Potalayê xwedî hezar jûran e û perestgeha herî bilind a cîhanê ye ku taybet e bi Bûdîstan.
Perestgeha Jokhangê perestgeha herî pîroz a Bûdîstên Tîbetê ye.
Li herêmê ji bilî Bûdîzmê, nêzîkî 700 Xirîstiyan û 12 hezar Misilman jî dijîn.
Dabînkirina budceyê û perwerde
Hikûmeta Çînê ji sedî 90ê xerciyên hikûmeta herêmî ya Tîbetê dabîn dike.
Zimanê fermî û yê perwerdeyê Çîniya Mandarinî ye û girîngiyeke mezin didin perwerdeya pîşeyî.
Çand û 'Semaya Çam'
Tîbetî xwedî çand û muzîkeke taybet in û piraniya amûrên wan ji hestî û çermê ajelan tên çêkirin.
Festîvala "Losar" cejneke demsalî ye û gundî ji bo bereketê spasiya Xwedê dikin.
"Semaya Çam" semayeke zindî ye ku bi maske û cilên rengîn tê pêşkêşkirin û têkiliya wê bi baweriya Bûdîzmê re heye.
Belgefîlm: Mehdî Ferec
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse