Li Rûsyayê dîsa erd hejiya

30-07-2025
Nîşan Rûsya Erdhej Altay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li herêma Altayê ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.

Servîsa Jeofîzîkê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ragihand ku erdheja bi hêza 4,4 pileyan li nêzîkî bajarê Gorno Altayskê yê Altayê çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama erdhejê de ti xisareke canî yan madî çênebûye.

Li gorî heman akademiyê, bi dema Moskowê saet derdora 03:00yan li herêma Kamçatkayê erdhejeke bi hêza 8,7 pileyan çêbûbû.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî hêza erdhejê wekî 8,8 pile ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst