Dusseldorf (Rûdaw) - Saziya navdar a Brîtanî QSyê rêzbendiya xwe ya salane ya bajarên cîhanê yên herî baş ên ji bo xwendekaran a sala 2026an eşkere kir.
Di rêzbendiya îsal de Seula paytexta Koreya Başûr wekî bajarê herî bajarê cîhanê ji bo xwendinê hat destnîşankirin û Tokyoya paytexta Japonyayê jî di rêza duyem de cih girt.
Kriterên rêzbendiyê: Ji kalîteya zanîngehan heta bi erzanî û ewlehiyê
Saziya QSyê di amadekirina rêzbendiya xwe de li ser çend xalên girîng disekine, wekî asta bilind a zanîngehan, hejmara xwendekarên biyanî, erzanî û guncaviya jiyanê ji bo xwendekaran.
10 bajarên herî baş ên cîhanê
Li gorî rêzbendiyê, Seula paytexta Koreya Başûr di rêza yekem de ye û Tokyoya paytexta Japonyayê jî li pey wê di rêza duyem de cih digire.
London di rêza sêyem de û Munchen a Almanyayê jî di rêza çarem de ye.
Di lîsteya 10 bajarên herî baş de, Berlîn û Parîs di rêzên heftem û heştem de, Zurich a Swîsreyê di rêza nehem de û Viyanaya Awisturyayê jî di rêza dehem de cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse