Erdogan û Zelensky peywendiyeke telefonî pêkanîn

31-05-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Volodymyr Zelensky
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukrayanayê Volodymyr Zelensky di peywendiyeke telefonî de pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiye roja Duşembê 30ê Gulana 2022ê ragihand ku Serokkomarê wî welatî  Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukrayanayê Vladimir Zelenskiy peywendiyeke telefonî pêkanîne û pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirine.

Li gor zanyariyan, Erdogan di civîne de ragihandiye ku wan ji bo berdewamkirina diyaloga di navebera Rûsya û Ukraynayê de heta niha çi ketibe ser milê wan kirine û ew ji niha û şûnde navbênkarî jî di nav de amade ne hemû piştîvaniyeke pêwîst bo vê yekê bidin.

Erdogan herwiha di peywendiya telefonî ya ligel Zelensky de derbarê girîngiya projeya çêkirina korîdoreke ewle bi rêya deryayê bo hinardekirina berhemên çandiniyê yên Ukraynayê jî axiviye û piştevaniya xwe bo vê yekê aniye ziman.

Ev di demekê de ye her doh Erdogan ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî peywendiyeke telefonî pêkanîbû.

Erdogan derbarê şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de ji Putîn re gotibû: “Eger di hevdîtinê de herdu alî li ser prensîp li hev bikin, ew amade ne li Stenbolê ligel Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî civînekê saz bikin û di avakirina mekanîzmayeke çavdêriyê de rola xwe bilîzin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst