Kanada jî dê Dewleta Filistînê nas bike

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Carney Kanada Filistîn Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku ew dê di Encumena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya di meha îlonê Dewleta Filistînê nas bikin.

Carney di civîneke çapemeniyê de got, “Em plan dikin ku di Encumena Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî de ku dê Îlona 2025an were lidarxistin, Dewleta Filistînê nas bikin.

Em vê yekê dikin ji ber ku Rêveberiya Filistînê soz daye ku reformên ku demeke dirêj e pêwîst in, pêk bîne.”

Serokwezîrê Kanadayê bal kişand ser kuştina bi deh hezaran Filistîniyan û rewşa xelayê û got, "Kanada Hikûmeta Îsraîlê ya rewşa Xezeyê ew qasî xirab kiriye şermezar dike."

Carney destnîşan kir ku ew bi salan e pêbendî çareseriya du-dewletî ne lê wan aştiya ku dihat hêvîkirin nedîtiye û domandina vê helwestê êdî ne mimkun e.

Trump: Ev biryar peymana bazirganiyê dijwar dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî biryara Kanadayê da û diyar kir ku ev yek dê peymana bazirganiyê ya di navbera her du welatan de dijwar bike.

Trump li ser hesabê xwe yê “Truth Social” li ser daxuyaniya Kanadayê ya naskirina Dewleta Filistînê got, "Ev tişt dê peymana me ya bazirganiyê ya bi wan re gelekî dijwar bike."

Hefteya borî, Kanada jî piştî Fransa û Brîtanyayê bû sêyemîn welatê endamê Koma G7ê ku ragihand dê di îlonê de di Encumena Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî de Dewleta Filistînê nas bike.

Lê Brîtanyayê mercek daniye û eşkere kiriye, eger heta meha îlonê Îsraîl rewşa Xezeyê asayî bike û agirbestê ragihîne, ew dê Dewleta Filistînê nas neke.

Kanada jî di nav de, heta niha 15 welatan amadehiya xwe nîşan daye ku meha îlonê Dewleta Filistînê nas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst