Zêr difire, rekoreke nû jî hat

02-09-2025
Nîşan Zêr Rekor Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr berê sibêha îro piştî vebûna bazarên Asyayê rekoreke din a bilindbûnê tomar kir û onsa zêr gihişt 3 hezar û 508 dolaran.

Bihayê her onseke zêr îro ji sedî 0,6 bilind bû û piştî tomarkirina vê asta nû ya dîrokî, niha onseke wê bi nêzîkî 3 hezar û 490 dolarî tê firotin.

Bihayê onseke zêr di peymanên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha 12an a îsal ji sedî 1,4 bilind bûye û gihiştiye 3 hezar û 563 dolaran.

Ev şeş roj in li pey hev zêr bi berdewam biha dibe.

Pispor di wê baweriyê de ne ku sedema vê yekê dilgiraniyên li ser serxwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê û lawazbûna dolarê Amerîkî ne.

Şirovekarê kompanyaya şêwirmendiyê (Capital.com) Kyle Rodda derbarê mijarê ragihand:

"Daketina dolarê Amerîkî û çaverêkirinên ji bo kêmkirina faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve, sedemên sereke yên bihabûna zêr in."

Rodda diyar kir ku yek ji sedemên lawazbûna nirxê dolarê Amerîkî, êrişên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Banka Navendî ya Amerîkayê ne û ji ber vê yekê jî dilgiranî çêbûye ku Banka Navendî ya Amerîkayê serxwebûna xwe ji dest bide.

“Wan gelek şaşî kirine”

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent doh ragihandibû ku "Divê Banka Navendî serbixwe be lê wan gelek şaşî kirine."

Li gorî rapirsiyan, bazirgan şansê kêmkirina faîza bankê ya di civîna 17ê vê mehê ya Banka Navendî ya Amerîkayê de ji sedî 90 dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst