Rezervên zêr ên Amerîkayê rekor şikand

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê rezervên zêr ên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, piştî ku zêr gihişt asta herî bilind a dîrokê, ji trîlyonek dolarî derbas bû.

Ev nirxê bazarê, ji rêjeya ku di bîlançoya hikûmetê de hatiye diyarkirin 90 qatî zêdetir e.

Bihayê zêr ji sedî 45 zêde bû

Bihayê onsa zêr îsal 3 hezar û 828 dolarî der bas kir û bi rêjeya ji sedî 45 zêde bû.

Amerîkaya ku xwedî rezerva zêr a herî mezin cîhanê ye, bi derbaskirina vê benda krîtîk gihişt asteke dîrokî.

Şerên bazirganî û aloziyên jeopolîtîk

Zêrê kulçe, sala 2025an ji ber şerên bazirganiyê, aloziyên jeopolîtîk û zêdebûna fikarên derbarê krîzeke darayî ya muhtemel li Amerîkayê, li pey hev rekor şikandin.

Hilberîneran di wê dema aloz de li "bendereke ewle" geriyan û berê xwe da metalê hêja.

Kêmkirina faîzê ya Fedê jî piştgirî da

Bilindbûna zêr, bi herikîna nav fonên hilberînê yên borsayê û ji nû ve destpêkirina kêmkirina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ve, leztir bû.

Li Amerîkayê, berevajî piraniya welatan, rezervên zêr ne ji aliyê banka navendî ve lê rasterast ji aliyê hikûmetê ve tên girtin.

Fed jî sertîfîkayên zêr ên ku bi qasî nirxê zêrê di destê Xezîneyê de ne, diparêze û di berdêla wê de dolar dide hikûmetê.

Nîşaneya hêza sembolîk

Pispor tekez dikin ku derbasbûna nirxê piyaseyê yê rezervan a ji trîlyonek dolarî, ji bo kapasîteya deynkirinê û îmaja darayî ya cîhanî ya Amerîkayê nîşaneyeke hêza sembolîk e.

Lê belê, ev nirx heta ku zêr neyê firotin, venagere herikîna pereyê rastîn.

Tê hesabkirin ku eger nirxê rezervan bi bihayên îro were nûkirin, dê nêzîkî 990 milyar dolar bikeve kasaya Xezîneyê.

Washington li şûna firotinê, girtinê tercîh dike

Amerîkaya ku xwedî rezerva zêr a herî mezin a cîhanê ye, li şûna ku rezervên xwe bifiroşe, wekî faktoreke ewlehiyê di destê xwe de girtin tercîh kiriye.

Ji ber vê yekê, nayê payîn ku ev bilindbûna heyî zexteke rasterast li ser bihayên piyaseyê çêbike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst