Petrola brent îro jî biha bû

03-09-2025
Nîşan Petrol Brent Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro bilindbûna xwe domand û bermîleke wê bi zêdetirî 69 dolaran hat firotin.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bermîleke nefta brent bi 69 dolar û 13 sentan hat firotin.

Bihayê bermîleke nefta sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 65 dolar û 63 sent e.

Sedema bilindbûna bihayê neftê, sizayên nû yên Amerîkayê ne ku li ser toreke veguhastina neftê hatine danîn.

Ew tor ji aliyê bazirganekî Îraqî ve tê birêvebirin û nefta Îranê bi qaçaxî vediguhêze bazarên Asyayê.

Li aliyekî din, pêşbîniyên li ser kêmbûna qebareya nefta ambarkirî ya Amerîkayê jî piştgiriyeke zêdetir daye bihayê neftê.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê doh di daxuyaniyekê de ragihand ku Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Gencîneyê, siza li ser toreke ji kompanya û keştiyên neftê sepandiye.

Hat diyarkirin ku ew tor ji aliyê bazirganekî Îraqî ve tê birêvebirin û nefta Îranê bi navê nefta Îraqê difiroşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst