Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) di rapora xwe ya dawî de hişyarî da ku sala bê dê li bazaran petrol zêde bibe, ev yek jî bû sedema daketina bihayê petrolê.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 22 sentan daket û bermîleke wê bi 62 dolar û 17 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 20 sentan daket û bi 58 dolar û 60 sentan hat firotin.
Doh bihayê her du cureyên petrolê (brent û Teksas) daketibû asta herî nizm a 5 mehên dawî.
Sedema daketinê
Hema bêje welatên OPEC Plusê li gorî daxwaza xwe petrolê dixin bazaran.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê doh di rapora xwe ya dawî de eşkere kir ku sala 2026an dê li bazaran 4 milyon bermîl petrol ji daxwazê zêdetir be.
Ji bilî vê, aloziyên di navbera Çîn û Amerîkayê de jî ji aliyekî din ve zextê li ser bikaranîna petrolê dikin.
Aanalîstê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Haitong Oilê Yang Anli ser vê mijarê got, “Zêdebûna petrolê ya li bazaran, bihayê petrolê daxistiye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse