Hewlêr (Rûdaw) - Îhtimala vebûna hikûmeta Amerîkayê îro bihayê petrolê bilind kir.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê 47 sentan bilind bû û bi 64 dolar û 10 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 50 sentî bilind bû û bi 60 dolar û 25 sentan hat firotin.
Girtina deriyên hikûmeta Amerîkayê ketiye roja xwe ya 40î û biryar e Kongre roja duşemê biryarê li ser pêşnûmayasayekê bide ku dê vebûna hikûmeta federal a Amerîkayê bi xwe re bîne.
Vebûna hikûmeta Amerîkayê dikare rê li ber zêdebûna daxwaza ji bo bikaranîna petrolê xweş bike û sedema bilindbûna bihayê petrolê jî vedigere ser heman faktorê.
Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya (IG) Tony Sycamoreyê di vê derbarê de ragihand:
"Vebûna hikûmeta Amerîkayê dê 800 hezar karkerên federal vegerîne ser kar, çalakiyên bazirganî û aborî bilind bike û daxwaza ji bo bikaranîna petrolê zêde bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse