Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha Kanûna Pêşîn a 2025an eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de cudahiyeke mezin heye.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna Pêşîn a 2025an ji sedî 0,89 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 30,89an.
Li aliyê din Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye daneyên cuda parve kirin.
Li gorî ENAGê, rêjeya enflasyona meha kanûna pêşîn ji sedî 2,11 ye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 56,14an.
Rêjeya zêdekirina kirêyan diyar bû
Bi eşkerekirina enflasyona meha kanûna pêşîn re rêjeya zêdekirina kirêya xanî û kargehan a vê mehê jî diyar bû.
Li gorî amarên enflasyona TUÎKê yên navîniya 12 mehên dawî, dê kirêyên xanî û dikanan di meha kanûna paşîn de herî zêde ji sedî 34,88 werin zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse