Rûdanên li Venezuelayê û faîza bankê zêr biha kir

06-01-2026
RÛDAW
Nîşan Zêr û Pere Banka Navendî ya Amerîkayê Venezuela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr bihabûna xwe ya domand û bi rêjeya ji sedî 0,4 biha bû û gihîşt 4 hezar û 465 dolarî.

Bi vî awayî bihayê zêr gihîşt asta herî bilind a hefteyê. Rûdanên li Venezuelayê û pêşbîniyên ji bo kêmkirina faîza bankê sedemên sereke yên bihabûna zêr in.

Roja duşemê bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 3 biha bûbû û gihîştibû 4 hezar û 549 dolarî.

Şirovekarê şirketa rawêjkariyê ya Tastyliveê Ilya Spivak di vê derbarê de got:

"Pêşbîniyên li ser kêmkirina faîza bankê wekî xwe mane.

Ji xeynî rûdanên li Venezuelayê, amarên derbarê derfetên kar ên li Amerîkayê ku roja înê tên eşkere kirin jî dikarin bandorê li bihayê zêr bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst