Li Amedê hinarde zêde bûye: Herêma Kurdistanê di rêza yekem de ye

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Hinarde Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îsal hinarde li gorî sala borî ji sedî 17,5 zêde bû û gihîşt 235,3 milyon dolaran.

Hinardeya herî zêde ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, Sûriye û Azerbeycanê hat kirin.

Li gorî amarên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, ji meha kanûna paşîn a îsal heta çiriya pêşîn bi qasî 120 milyon dolaran hinarde ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî heman dema sala borî, hinardeya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 16 zêde bûye.

Piştî Îraq û Herêma Kurdistanê, Sûriye bi 11,4 milyon dolaran di rêza duyem de cih digire û hinardeya ji bo wî welatî ji sedî 97 zêde bûye.

Azerbeycan bi 7,4 milyon dolaran di rêza sêyemîn de, Gurcistan bi 6,6 milyon dolaran di rêza çaremîn de û Almanya jî bi 6,2 milyon dolaran di rêza pêncemîn de cih digirin.

Di warê sektoran de, madeyên kîmyayî bi 39,9 milyon dolaran di rêza yekem de ye û li gorî sala borî di vê sektorê de hinarde ji sedî 29 zêde bûye.

Piştî wê, sektora hesin û berhemên hesin bi 37,3 milyon dolaran û sektora dexlûdanê jî bi 30,6 milyon dolaran di rêzên din de cih digirin.

Tevî zêdebûna giştî ya hinardeyê, meha îlona îsal hinardeya sektora tekstîl û cilan a li Amedê li gorî meha tebaxê ji sedî 40 kêm bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst