Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, ji ber biryara doh a Hevpeymaniya OPEC Plusê bihayê petrolê bilind bû.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 34 sentan bilind bû û bû 65 dolar û 84 sent.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 30 sentan bilind bû û bû 62 dolar û 17 sent.
Doh hilberînerên petrolê yên OPEC Plusê li hev civiyan û wan biryar da ku ji meha bê ve, rojane 137 hezar bermîl petrola zêdetir bixin bazaran.
Ev rêje ji ya ku di mehên borî de li ser biryar hatibû dayîn gelekî kêmtir e.
Ji meha nîsanê ya îsal ve hilberînerên petrolê yên OPEC Plusê meh li pey mehê, hilberîna neftê zêde kiriye lê rêjeya zêdekirinê ji meha çiriya pêşîn û vir ve li gorî mehên borî kêmtir e.
OPEC Plusê meha îlonê 555 hezar bermîl û meha tebaxê jî 411 hezar bermîl petrol zêdetir pêşkêş kiribû.
Ji ber vê yekê bazara petrolê bertek nîşanî biryara OPEC Plusê da.
"Bazarê bêhneke rihet kişand"
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Fujitomi Securityyê Toshitaka Tazawa ragihand, “Piştî daketinên mezin ên hefteya borî yên bihayê petrolê, vê hefteyê bazarê bêhneke rihet kişand.
Bi taybetî biryara OPECê nîşan dide ku dibe ku zêdekirina hilberîna petrolê ji aliyê hilberîneran ve ber bi dawîbûnê ve biçe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse