Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha dibe

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja înê û şûnde lîtreya mazotê 1,80 lîreyan tê zêdekirin.

Piştî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bac hatin zêdekirin û lireyê Tirkî nirxê xwe ji dest da, her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîre û 28ê Tîrmehê jî 1,45 lîre hatibû zêdekirin.

Mazaot, roja 1ê Tebaxa jî 1,07 lîreyan biha bûbû.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sibe bihayê mazotê 1,80 lîreyan tê zêdekirin.

Îro lîtreya mazotê li Stenbolê bi 36,55 lîreyan, li Enqereyê bi 37,03 lîreyan û li Îzmîrê jî bi 37,20 lîreyan e.

Beriya hillbijartina 14ê Gulanê lîtreya mazotê bi 18,58 lîreyan bû.

Mazot, piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê zêdetirî ji sedî 90î biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst