Berhema petrola Herêma Kurdistanê nêzîkî 500,000 bermîlan dibe

11-11-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Pîvana Aborî ya Rojhilata Navîn (MEES) ragihand, îsal asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rojane heta 75,000 bermîlan bilind bûye û berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê nêzîkî nîv milyon bermîlan bûye. Heman navend pêşbînî jî dike, ku di sala 2020an de asta berhemanîna petrolê li bîrên petrolê yên Germiyan, Hewlêr û Sersengê gelekî bilind bibe, ku ji aliyê kompanyayeke Amerîkî ve têne birêvebirin.

Li gorî Navenda Pîvana Aborî ya Rojhilata Navîn, îsal asta berhemanîna petrolê, li Herêma Kurdistanê, rojane heta 75 hezar bermîlê bilind bûye û nêzîkî nîv milyon bermîlê bûye.

Navedend dibêje, sala bê Herêma Kurdistsnê dikare asta berhemanîna rojane 500 hezar bermîlên petrol derbas bike, sedemê jî vedigerîne bo wê yekê ku kompanyayên petrolê weberanîna xwe li Herêma Kurdistanê zêde kirine.

Ev yek jî di kolana bîrên nû yên petrolê diyar dike û koya berhemanîna petrola Kurdistanê bilind kiriye.

Zêdebûna berhema petrola Kurdistanê, bi pêşketineke berbiçav ji bo kerta petrola Herêma Kurdistanê tê hejmartin.

Her li wê gorê, di du salên bihorî de û piştî jidestdana Kerkûkê, rewşa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê kete krîzê.

Navenda Pîvana Aborî ya Rojhilata Navîn ragihandiye ku, 13 bîrên nû li Bloka Xurmele hatine kolandin û berhemanîna petrolê li Xurmele rojane ji 130 hezar bermîlan bo 170 hezar bermîlan bilind bûye.

Berhemanîna petrolê li Bloka Pêşxabûrê jî heta 52 hezar bermîlê rojane bilind bûye

Li Bloka Etrûşê asta berhemanîna petrolê ji 22 hezar bermîlan heta nêzîkî 50 hezar bermîlan bilind bûye û berhemanîna petrolê li Bloka Şêxanê jî ji 31 hezar bermîlan bo 40 hezar bermîlan di rojekê de bilind bûye

Navenda Pîvana Aborî ya Rojhilata Navîn pêşbînî dike, di sala 2020an de asta berhemanîna petrolê li Zeviyên Germiyan, Hewlêr û Sersengê gelekî bilind bibe, ku ji aliyê kompanyaya (HKN) a Amerîkî ve têne birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst