Daketina nirxê pereyê Rûsî ranaweste

12-04-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Daketina nirxê pereyê Rûsî ranaweste
Daketina nirxê pereyê Rûsî ranaweste
Nîşan Rûsya Ruble Aborî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bihayê Rublê Rûsî di daketinê de berdewam e. Li gorî amarên hikûmetê di dema hefteykê de diravê Rûsî li himber Dolar û Euro %8 ji bihayê xwe ji dest daye.

Li Rûsyayê muçeyê ku xelk werdgire êdî têra debara wan bo mehekê nake. Yelena Aleksandrovna endezyar e û 15 sal in kar dike dibêje ku buhaya kelûpelan bi awayekî berbiçav zêde bûye, niha ew li karekî din digere bo ku debara jiana xwe bike. 

Endaziyar Yelena Aleksandrovna dibêje: “Bi rastî buhaya kelûpelan bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ez bi xwe di sektorekî pir cidî de wek endaziyereke rêvebir kar dikim. Niha bi awayekî lezûbez ez di lêgerîna kar de me. Herçend, ez ji karê memnûn im. Lê ji ber ku buha berz dibin, divê ez jî xwe, pê re biguncînim.”

Aborîzan ji mêj ve amaje pê dikirin ku nirxê Rublê Rûsî yek ji faktorên sereke ye ku bandor li buhaya xurek û kel û pelên pêdawistiyên rojane dike.

Berpirsê Deprtmana Darayî ya Koma Veberhênanê FINAMê Tîmur Nîgmatullîn jî got: “Li Rusyayê niha qebareya hinardekirinê kêmtir dibe, hem wek dirav û hem jî wek kelûpel; sedem gelek in, di serî de, ji ber sînordariyên bazirganiya derve. Lê qebareya hawirdekirinê jî mezintir dibe. Her weha berzbûna nirxê kelûpelên hawirde û kêmasiya  berhemên hawirde di bazara navxweyî de jî yekser bandor li înflasyonê dike. Em pêşbînî dikin ku înflasyon hê jî mezin bibe, ji ber ku ji budceya federal mesrefên pir mezin  tên kirin.”

Analîst dibêjin erzanbûna Rûblê meha Adarê ve dest pê kiriye, dema ku kêmasiya budceyê bi qasî 3 trîlyon Ruble hatibû eşkerekirin.

Der ji sedemên nehevsengiya hinartin û hawirdekirinê, darayîzan dibêjin, sedema sereke ya qelsbûna Ruble û berzbûna înfasyonê, zêdebûna lêçûnên ji ber şerê li Ukraynayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst