Şaredariya Londonê karê kompaniya Uber rawestand

12-12-2019
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Şaredariya Londonê Uber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê desteya veguhestinê ya ser bi Şaredariya Londonê ve, ruxseta karkirina kompaniya Uber bi sedema kêşeyên teknîkî di nava otombîlên wê kompaniyê de, rawestand

Şaredariya Londonê bi riya daxuyaniyekê zelal kir ku sîstema kompaniya Uber rastî gelek kêşeyan hatiye, û ji wan kêşeyan jî ev e, ku gelek kes dikarin wêneyên xwe tomar bikin weke ajokar, lê baweriya ajotinê li gel wan nîne û ev yek metirsiyê dixe ser jiyana rêwiyan.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, ta niha 14 hezar gilî li ser kompaniya Uber hatine tomarkirin.

Kompaniya Uber ji aliyê xwe ve, ev biryara şaredariya Londonê bi tundî rexne kir û li dadgehê gilî kir, da ku biryara dawî li ser wê mijarê bê dayîn.

Kompaniyê ragihandiye, ew kompanî dê heta wê demê karê xwe berdewam bike.

Beriya niha jî di vê salê de, dadgeha Londonê biryara rawestandina kompaniya Uber dabû, lê piştre rê hate dayîn ku 15 mehan kar bike û piştre jî bi yek carî raweste.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst