Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja yekem a vebûna bazarên vê hefteyê de, bihayê onsa zêr ji ber daketina dolar û faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê bilind bû.
Bihayê onsa zêr piştî vebûna bazarên Asyayê, bi rêjeya ji sedî 0,5 bilind bû û ons bi 4 hezar û 327 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê onsa zêr di peymanên paşerojê de bi rêjeya ji sedî 0,6 bilind bû û bi 4 hezar û 354 dolaran hat kirîn û firotin.
Veberhêner û bazirgan li benda belavbûna amarên bazara kar a Amerîkayê ne ku vê hefteyê belav dibin û dê bandorê li ser bihayê zêr û dolar bikin.
Endeksa dolar a ku bihayê dolar li hemberî 6 pereyên sereke yên cîhanê diyar dike, di astên herî nizm ên du mehên borî de ye û faîza bonoyên xezîneya Amerîkayê jî daketiye.
Şîrovekarê şîrketa şêwirmendiyê ya OANDAyê Kelvin Wong li ser mijarê got:
"Berê bihayê zêr li bilindbûnê ye. Eger di amarên bazara kar a Amerîkayê de sistbûn xuya bike, egera bilindbûna zêdetirî nêzîkî 4 hezar û 380 dolaran û 4 hezar û 440 dolaran heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse