Onsa zêr bi nêzîkî 3646 dolaran tê firotin

15-09-2025
Nîşan Zêr Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr destpêkê daket nêzîkî 3627 dolaran lê piştî çend saetan zererên xwe telafî kirin û berê xwe da bihabûnê.

Niha her onseke zêr bi nêzîkî 3646 dolaran tê firotin.

Hefteya borî bihayê onseke zêr gihîştibû asteke nû ya dîrokî û 3673 dolar jî derbas kiribû.

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer derbarê daketina bihayê zêr a di saetên destpêkê yên vebûna bazarê de got:

"Bihayê zêr di astên bilind de tê firotin û ev jî bûye sedem ku hinek bazirgan ji bo komkirina qezencê dest bi firotina zêr bikin."

Li Amerîkayê bilindbûna enflasyonê ya di meha tebaxê de ku hefteya borî piştî weşandina amarên Wezareta Kar hat eşkerekirin, guman çêkiriye ku Banka Navendî ya wî welatî dê faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,5 kêm bike.

Sistbûna bazara kar a Amerîkayê bûbû sedem ku hinek şîrovekar li benda kêmkirina ji sedî 0,5 a faîza bankê bin lê bilindbûna enflasyonê ew pêşbînî lawaz kirine.

Kêmkirina rêjeya faîza bankê dibe sedema daketina bihayê dolar û bilindbûna bihayê kelûpel û madenan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst