Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara firotina xaniyan di meha tebaxê de li gorî heman meha sala borî ji sedî 6,8 zêde bû û gihîşt 143 hezar û 319an.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên firotina xaniyan ên meha tebaxê eşkere kirin.
Li gorî amarên TUÎKê, Stenbolê bi firotina 21 hezar û 814 xaniyan di meha tebaxê de di rêza yekem de cih girt.
Li pey Stenbolê Enqereyê bi 12 hezar û 419 û Îzmîrê jî bi 7 hezar û 695 xaniyan cih girt.
Parêzgehên ku herî kêm xanî li wan hatin firotin bi 49 xaniyan Erdexan, bi 105 xaniyan Bayburt û bi 138 xaniyan jî Dêrsim bûn.
Firotina xaniyan di heyama Kanûna Paşîn-Tebaxê de jî li gorî heman heyama sala borî ji sedî 21,3 zêde bûye û bi giştî gihîştiye 978 hezar û 70î.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse