Huawei bi qasî 3 milyar dolaran weberhênanê li Îtalya dike

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan Huawei Çîn Îtalya Weberhênan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Kompaniya Huawei ya Çînê ragihand, ew amade ye ku heta sala 2021an, bi qasî 3 milyar û 100 milyon dolaran weberhênanê li Îtalyayê bike, û bi hezaran derfetên kar peyda bike.

 

Ragihandina Kompaniya Huawei piştî twanbarkirina wê ji aliyê îdareya Trump ve hat, ku Trump gotibû danûstandinên Huawei li gel îstîxbarata Çînê hene.

 

Li gorî rojnamaya Wall Street Journal a amerîkî, daxuyaniya Huawei piştî ragihandina helwesta Amerîkayê hat ku tekezî li ser wê yekê dike, dê bi sedan karmendên wê kompaniya Çînî ji kar bêne dûrxistin.

 

Birêvebirê Giştî yê Huawei yê liqê Italyayê, Tomas Miyaw di konferanseke rojnemevanî de li Mîlano ragihand, di salên bihê de, ew dê bi qasî 1.9 milyar dolar di amûran de, û 1.2 milyar dolar di karên bazarkirinê de, û 52 milyon dolar jî di lêkolîn û pêşxistinê de, weberanînê li Italyayê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst