Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja yekem a vebûna bazarên cîhanê de, zêr bi ser 4 hezar dolaran ket û niha onsek bi nêzîkî 4 hezar û 12 dolaran tê firotin.
Bihayê zêr di dema vebûna bazarên Asyayê de heta bi nêzîkî 3 hezar û 960 dolarî daket.
Lê piştî çend saetan careke din berê xwe da jor û asta 4 hezar dolaran derbas kir.
Li gorî analîstan, bihayê zêr di bin zextê de ye û eger nikaribe asta 4 hezar û 50 dolarî derbas bike, şansê wî yê ji bo zêdebûnê namîne.
Analîstên platforma "Economies.com"ê di wê baweriyê de ne ku asta 4 hezar û 50 dolarî asteke hestyar e.
Ew dibêjin, eger zêr bi hêsanî bigihe wê astê, îhtimala bilindbûna zêdetir heye lê eger na, dê bihayê zêr careke din dakeve.
Siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê bandoreke taybet li ser bihayê zêr kiriye.
Serokê Bankê Jerome Powell di axaftina xwe ya çarşema borî de diyar kiribû ku ti garantî nîne ku ew dê meha bê jî faîzê kêm bikin.
Daketina bihayê dolar a li hemberî pereyên din jî îro alîkariya bilindbûna bihayê zêr kir.
Daketina bihayê dolar, kirîna zêr ji bo welatên ku pereyên din bi kar tînin erzantir dike û ev yek jî daxwaza ji bo zêr zêdetir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse