Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê di yekem roja dan û standinên li bazaran de daket.
Firotina petrolê ya ji bendera Novorossiyskê ya Rûsyayê hefteya borî ji ber êrişa Ukraynayê ya bi dronan hatibû rawestandin.
Lê niha ji nû ve dest bi vê firotinê hatiye kirin.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur îro 58 sentan daket û bermîl bi 63 dolar û 81 sentan tê firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 59 sentan daket û bi 59 dolar û 50 sentî tê firotin.
Petrol roja înê bi rêjeya ji sedî 2 biha bûbû û ev yek bûbû sedem ku hefteya borî bihayê petrolê bi bihabûnê bi dawî bibe.
Lê di destpêka vê hefteyê de bazara petrolê careke din berê xwe da daketinê.
Şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê ya Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa li ser vê mijarê ragihand:
“Bazirgan bi texmînkirina rewşa Rûsyayê û bi mijara ku êrişên Rûsyayê dikarin heta çi radeyê zererê bidin sektora petrolê ya wî welatî mijûl in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse