TIRKIYE - Deynê sektora taybet ê derve gihişt 200 milyar dolarî

18-09-2025
Nîşan Deynê Derve Sektora Taybet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, tîrmeha 2025an deynê sektora taybet ê derve gihiştiye 199,3 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê amarên deynê sektora taybet ê derve eşkere kirin.

Li gorî amaran, deynê sektora taybet ê derve ji meha Çiriya Pêşîn a 2019an ve derketiye asta herî bilind.

Li gorî heman amaran, deynê sektora taybet ê derve tîrmeha 2025an 2,5 milyar dolarî zêde bûye û gihiştiye 199,3 milyar dolaran.

188,6 milyar dolar deynê dirêjdem û 10,8 deynê kurtedem e ku divê 59,4 milyar dolarên wî deynî heta salekê bên dayîn.

Li gorî meha berê deynê dirêjdem 2,1 milyar dolar zêde bûye û deynê kurtedem 400 milyon dolar zêde bûye.

Ji sedî 58,2yê deynên derve bi dolarê Amerîkî, ji sedî 32,2 bi euro, ji sedî 2 bi lîreyê Tirkî û ji sedî 7,6 jî bi pereyên welatên din hatine deynkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst