Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr roja înê ji sedî 2 daket, ev daketin piştî wê yekê hat ku zêr gihiştibû asta herî zêde ya dîroka xwe û cara yekem 4,378 dolar derbas kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku baca gumrikê ya ji sedî 100 a li ser Çînê ne heta hetayê ye û ew dê bi Serokê Xi Jinping re bicive.
Her wiha, zêdebûna bihayê dolar jî bû sedemeke din a daketina bihayê zêr.
Dema bazar hatin girtin, onseke zêr bi 4,252 dolarî hat firotin lê belê, beriya girtinê bihayê wê heta nêzîkî 4,185 dolarî jî kêm bûbû.
Bi vî awayî, roja înê asta herî zêde ya zêr 4,378 dolar û asta herî nizm jî 4,185 dolar bû.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî ji sedî 2,1 daket û bû nêzîkî 4,213 dolar.
Pêşaneya dolar roja înê ji sedî 0,1 zêde bû û zext li ser bihayê zêr çêkir.
"Daxuyaniyên Trump sedema sereke ne"
Bazirganê serbixwe yê zêr Tai Wong li ser mijarê got, "Bi dîtina min, daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê amadebûna wî ya ji bo civîna bi Çînê re û lihevkirinê, sedema sereke ya daketina bihayê zêr e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse