Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê dest bi daketinê kir.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 24 sentan daket û bi 61 dolar û 5 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 21 sentan daket û bi 57 dolar û 33 sentan hat kirîn û firotin.
Zêdebûna daxwaza li ser petrolê, berdewamiya şerê bazirganiyê yê di navbera Amerîka û Çînê de û girtina hikûmeta Amerîkayê zextê li ser bihayên petrolê çêdike.
Hefteya borî bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 2 daket, bi vî awayî ev sê hefte ne li pey hev petrol erzan dibe.
Sedema daketina bihayê petrolê ya hefteya borî bi piranî vedigere ser pêşbîniyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ku ragihandibû sala bê dê 4 milyon bermîl petrola zêde li bazarê hebe.
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Fujitomi Securitiesê Toshitaka Tazawa derbarê mijarê ragihand:
"Civîna bê ya di navbera Donald Trump û Vladimir Putin de, di nav bazara petrolê de nediyariyeke mezin çêkiriye.
Îhtimala agirbesteke li Ukraynayê dikare rê li ber vegera petrola Rûsyayê veke û ev yek jî dê zextên li ser bihayê petrolê zêdetir bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse