Hewlêr (Rûdaw) - Îro Bitcoinek bi 67 hezar û 880 dolarî hat kirîn û firotin.
Bitcoinê di nava mehekê de ji sedî 24ê qîmetê xwe winda kiriye.
Şîrovekarê Platforma Trading Economicsê Elon James li ser rewşa dawî axivî û got:
“Ji bo ku pereyê herî mezin ê dîjîtal bikeve rewşa bilindbûnê, girîng e ku bihayê Bitcoinê derkeve ser 70 hezar dolarî."
“Daketina bihayê Bitcoinê bi dawî nebûye”
Wî şirovekarî diyar kir ku bihayê Bitcoinê hîn jî di bin navîniya 100 û 200 rojî ya bazarê de ye.
Li gorî James, ev yek nîşan dide ku rewşa daketina bihayê Bitcoinê berdewam dike.
Elon James diyar kir ku eger bihayê Bitcoinê bigihe asta 70 û 75 hezar dolaran, îhtimal heye ku zêdetir bilind bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse