Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê zêdetirî 2 hezar û 500 dolarî daket û yek Bitcoin bi 64 hezar û 900 dolarî hat kirîn û firotin.
Îro bi vebûna bazarên Asyayê re bihayê Bitcoinekê bi rêjeya ji sedî 5an daket.
Qîmetê xwe ji dest dide
Meha Çiriya Pêşîn a par, bihayê yek Bitcoinê bi ser 125 hezar dolaran ketibû.
Lê ji wê demê ve bihayê wê ber bi daketinê ve çûye.
Bitcoinê li gorî asta xwe ya herî bilind, heta niha ji sedî 47ê qîmetê xwe ji dest daye.
Îsal bi tenê, bihayê Bitcoinê ji sedî 26ê qîmetê xwe ji dest daye.
Bandora biryarên Trump
Şarezayê bazara pereyên krîpto Jeff Mayê ku li şirketa BTSEyê dixebite li ser vê daketinê got:
“Biryara Donald Trump a li ser zêdekirina bacên gumrikê yên li ser welatên cîhanê, bûye sedem ku bazirgan û veberhêner Bitcoinên xwe bifiroşin."
Wî şarezayî da zanîn ku veberhêneran ji tirsa ku bihayê Bitcoinê zêdetir dakeve, bi lez û bez dest bi firotina Bitcoinên xwe kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse