Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê dema çinîna pempo ye lê cotkar ji halê xwe ne razî ne.
Li Rihayê îsal jî çinîna pemboyê ku wekî “zêrê spî” tê binavkirin dest pê kir lê cotkar ji bihayê pembo yê li bazarê bi gazin in û dibêjin ku ew mesrefa xwe dernaxin.
Endezyarên çandiniyê dibêjin, îsal li bazarê kîloya pembo bi 27 lîreyan diçe lê ji bo ku cotkar karibin karê bikin divê kîlo herî kêm bi 35 lîreyan bê firotin.
“Cotkar nikare heqê keda xwe wergire”
Endezyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu li ser mijarê ji Rûdawê re got:
“Îsal dîsa cotkar ji halê xwe gazinan dikin. Cotkar 3-4 sal in zererê dikin. Ji aliyekî ve gubre biha dibe, mazot biha dibe û her tişt biha dibe.
Tenê berhema ku cotkar diçîne erzan dimîne. 3-4 sal in pembo bi heman bihayê ye.
Cotkar dibêjin ku wisa berdewam bike, em dê vê cotkariyê biterikînin. Ji ber ku kedeke mezin dixwaze û cotkar nikare heqê keda xwe wergire.”
Cotkar dibêjin serê donima erdên pembo 2 hezar û 900 lîreyî heqê avê didin dewletê û heqê makîneya dirûnê jî hezar û 100 lîre ye ku ji bo cotkaran gelekî zêde ne.
“Heqê gişkan heye lê yê cotkaran tine”
Baran Yildirimê cotkar jî kul gazinên xwe wiha anîn zimên:
“Heqê avê her sal biha dibe, salê milyarek tê ser. Gubre, çigît û îlac biha dibe û pembiyê me jî pereyan nake.
Heqê gişkan heye lê yê cotkaran tine. Ku sire tê me, dibêjin malê te bi 20 lîreyan lê dema em ji bo kirînê diçin cem wan dibêjin, bi ew qasî ye û hûn dixwazin bikirin an nekirin.”
“Dike çito bibe?”
Ethem Yildirimê cotkar bi vî rengî qala bihabûna piştşikên kir:
“Gubre biha, îlaç biha, her tişt biha ye lê ew pembiyê gewr belaş e. Dike çito bibe? Xwedê alîkariya cotkaran bike.”
Tirkiye li cîhanê welatê 6emîn e ku pemboyê herî zêde hildiberîne.
Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, sala 2024an li Tirkiyeyê erdên hilberîna pembo Ji sedî 17 kêm bûne û 830 hezar ton pembo hatiye hilberîn.
Ji Ji sedî 41,1ê pembo ku dike 341 hezar ton, li Rihayê û Ji sedî 17 jî ku dike 143 hezar ton li Amedê hatiye hilberîn.
Tirkiye salane ji welatên din nêzîkî milyonek ton pembo dikire ku sedema herî mezin a kêmbûna bihayê pembo jî ev kirîna ji derve ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse