Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro berdewamî da bilindbûna xwe ya berbiçav a du rojên borî û bermîla petrola brent 62 dolaran derbas kir.
Bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur 14 sent bilind bû û bi 62 dolar û 42 sentan tê firotin.
Bihayê bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 13 sent bilind bû û bi 58 dolar û 41 sentan tê firotin.
Sedemên bilindbûnê
Mezinbûna aboriya Amerîkayê û metirsiyên jeopolîtîk ên li ser nemana petrola Venzûelayê ya li bazaran, wekî sedemên bilindbûna bihayê petrolê hatin destnîşankirin.
Bihayê petrolê di nava du rojên borî de zêdetirî ji sedî 2yan bilind bûye.
Li gorî Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê, aboriya wî welatî di çaryeka sêyem a îsal de bi rêjeya ji sedî 4,3yan geşe kiriye û sedema wê jî zêdebûna qebareya bikaranînê ye.
Şîrovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:
"Bilindbûna ji radeyê der a geşeya aboriya Amerîkayê ku zêdetirî asta pêşbîniyan e li gel metirsiyên jeopolîtîk, piştgirî ji bo bihayên petrolê çêkiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse